Kurê Dayika Taybet (57) a cenazeyê wê bi rojan li naverastê hat hiştin Omer Înan diyar kir, ku wêneyê dayika wî ya bi rojan li naverastê hat hiştin, asta komkujiya li Silopiyayê hat kirin, raxist pêş çavan. Înan da xuyakirin, ku tevî hemû êrîşan jî gelê Silopiyayê xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketiye û got, "Gelê berxwedêr bi ser ket, zalim têk çûn."
Wêneyê dayika 11 zarokan Taybet Înan a ku di 20'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê hat hiştin, weke wêneyê zilmê di hiş û mejiyê mirovan de cih girt. Kurê dayika Taybet Omer Înan anî ziman ku wêneyê dayika wê bi tena serê xwe têra nîşandan asta hovîtiyê dike. Înan ragihand ku tevî van hemû êrîşên qirkirinê jî gelê Silopiyayê nehatiye ser çokan û xwedî li berxwedan xwerêveberiyê derketiye.
'KUJERAN DIPARÊZIN'
Înan daxuyaniya 'em ê mal bi mal paqij bikin' a Serokwezîr Davûtoglû û rayedarên din ên dewletê bibîr xist û da zanîn, ku vê gotinê ji bo qetilkirina sivîlan bingeh afirandiye. Înan da xuyakirin, ku zarok, extiyar sivîl hatine qetilkirin û ji ber êrîşên qirkirinê yên li Sûr û Cizîrê ew nikarin şîna dayika xwe jî bigirin. Înan got, "Em ketine rewşeke welê, ku me tiştên bi serê dayika me hatiye anîn ji bîr kirine. Em li mirovên sivîl ên li wan deran difikirin. Dema Kurd be, guhê mirovan nabihîzin. Bi bi hezaran leşker û polîsan êrîş kirin. Di şerekî de jî hêzeke ewçend mezin nayê bikaranîn. Êdî rewşeke bê vegotin nîne."
'KES NEHAT SER ÇOKAN'
Înan da xuyakirin ku operasyonên qirkirinê yên di sala 1938'an de li Dêrsimê destpê kirin, di salên 90'î de bi valakirina gundan û niha jî bi valakirina navçeyan dewam dike û bibîr xist, ku gelê Kurd di tevahiya dîroka xwe de li dijî êrîşan li ber xwe daye. Înan got, "Gelê Silopiyayê wê teslîmî kesî nebe. Wê xwedî li vîna xwe derkeve. Bi gotinên, 'em ê paqij bikin, em ê wan bînin ser çokan' re ev kar nameşe. Ti kes nikare me bîne ser çokan. Em bang li hemû hêzên şoreşger dikin ku piştgiriyê bidin Sûr û Cizîrê. Gelê berxwedêr bi ser ketiye, yê têk çûye zalim in."