Ciwanên Azad Hambûrg ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kir
Ciwanên Azad Hambûrg, ji bo Meşa Dirêj a 7'ê Sibatê destpê dike, banga tevlîbûneke xurt kir.
Ciwanên Azad Hambûrg, ji bo Meşa Dirêj a 7'ê Sibatê destpê dike, banga tevlîbûneke xurt kir.
Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Hambûrgê dijîn, ji bo Meşa Dirêj a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Stûttgartê destpê bike û li Strasboûrgê bi dawî bibe, banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanên Kurdistanî dan xuyakirin, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê, divê di asteke bilind de tevlîbûn çêbibe.