Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê ciwanek birîndar kirin

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, bi guleya hêzên dewleta Tirk ciwanê bi navê Cîhan Karaman birîndar bû.

Berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîra Botan diroja 40. de li dijî tank û topên dewleta Tirk dewam dike. Li taxa Cûdî, ku ji duh bi şev û vir ve bi tankan êrîş lê tê kirin, danê nîvro ciwanê bi navê Cîhan Karaman bi guleya hêzên dewleta Tirk birîndar bû.

Ji ber êrîşan gel nikare ciwan rake nexweşxaneyê. Hat ragihandin, ku welatiyan ciwanê birîndar xistine hundirê malekê û li benda ambûlansê ne. Li gorî agahiyan, Karaman xwendekarê zanîngehê ye.