Berxwedana Cizîra Botan di roja 40. de didome

Berxwedana xwerêveberiya gelê Cizîrê di roja 40. de ye. Hêzên dewleta Tirk jî bê navber topan diavêjin nava taxên berxwedanê. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest bikeve nava navçeyê, lê hêzên dewletê nehiştin.

Berxwedana xwerêveberiya gelê Cizîrê di roja 40. de ye. Hêzên dewletê yên nikarin bi berxwedana gel, ji bo şêniyên navçeyê ji Cizîrê derxînin, bênavber bi tank û topan êrîşî malên sivîlan dikin. Ji duh bi şev û vir ve top li taxên Cûdî û Nûrê dibarin. Tankên dewleta Tirk ên li ser Girê Caferî Sadik, Çarkendal, Kolana Kobanê û Kolana Arîn Mîrxan bi cih bûne, topan li taxên Cûdî û Sûrê dibarînin. Ji ber topbaranê gelek xaniyan zerar dîtin û dûxan ji taxan bilind dibe.

Li aliyê din, leşkerên Tirk ên li taxên Dagkapi û Alîbeyê lêgerînê li malan dikin, bi zorê gel ji xaniyên wan derdixînin. Leşker û polîsên Tirk, malên xwedî ne lê ne jî bi funye deriyên wan diteqînin û li ber 'mehter marşi' lêgerînê li van deran dikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku ji roja destpêkirina êrîşan û vir ve li Silopiyayê bû, danê sibehê xwest bikeve nava Cizîra Botan. Lê belê polîs û leşkerên Tirk ên pêşî li Encu û yên pê re birîn, bi ser wan de meşiyan. Her wiha destûr nehat dayîn ku Encu û yên pê re vegerin Silopiyayê. Ji ber astengiyan Encu û mirovên pê re berê xwe dan Şirnexê.