YPS Nisêbîn hişyarî da cerdevanan

YPS Nisêbîn bi daxuyaniyek nivîskî, navê cerdevanên tevlî şerê topyekûn ê li dijî gelê sivîl dibe aşkere kir û bang li wan kir ku bes tevlî operasyonan bibin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin û dorpêçî û êrîşên hêzên dewletê hînê dewam dikin, YPS Nisêbîn a ji bo parastina gelê li Nisêbînê ava bû, li ser cerdevanên tevlî van êrîşên li hemberî gel dibin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li cerdevanan hat kirin ku bes tevlî operasyonan bibin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a mêtînger, ev demeke dirêj e polîtîkayên komkujiyê di asta hovîtiyê de li Kurdistanê dimeşîne. Tevî van komkujî, qirkirin û hewldanên ji bo tehcîrê jî, gelê Kurdistanê ji 7 heta 70 salî bi rêxistinbûyîna YPS/YPS Jin re xweparastina xwe derxist asteke bilind. Di vê pêvajoya ku berxwedan li her qada jiyanê belav bûye û gel bi temamî tevlî nava refên berxwedanê bûye de, hin derdor hene ku hînê di xeta nokerî û xiyanetê de israr dikin. Yên ku bi hêzên dewleta Tirk a faşîst û mêtînger re tevdigerin, yên tevlî operasyonan dibin û bi van hêzên qetlîamker re tevdigerin, agahiyên van kesan di destê me de hene. Bi taybetî ji cerdevanên li gundê Kelehe yê Nisêbînê Kazim Aslan, Îlhamî Aslan, Hasan Aslan, Mehmet Aslan, Ahmet Tek, karê kontra dimeşînin û em dizanin ku ev şexsên navên wan hatin bilêvkirin, di operasyonên li hemberî Nisêbînê de cih digirin. Eger vê helwesta xwe ya li hemberî têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd bidomînin, wê hêzên me yên YPS'ê bersiva pêwîst bidin wan. Divê vê baş zanibin. Hînê dereng nîne, lewma em li bendê ne ku ev kesên mijara gotinê, vê helwesta xwe biterikînin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî şerê topyekûn ê li hemberî gel, tevahiya gel li ber xwe dide û hat gotin, "Banga me li van kesan û yên mîna wan ew e, ku demek ji ya din zûtir cihê xwe li cem gel bigirin. Eger bi awayekî aktîf nikarin tevlî berxwedanê bibin jî, divê neyên lîstikê dijmin, karê dijberiyê nemeşînin û zerarê nedin. Em wan hişyar dikin."