Hevserokê berê yê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli, ji ber ku gotina "Lihevkirin ji şerkirinê zehmettir e. Di şer de em netirsiyan, di aştiyê de jî em ê netirsin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya bajêr daliqand, bi 10 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Dadgehên Tirkiyeyê bi biryarên xwe yên sosret, her di rojevê de ne. Li Tirkiyeya ku bêhiqûqî di asta herî bilind de ye, dadgeh êdî cezayan li pankartên aştiyê jî dibirin.
Herî dawî, ji ber ku pankarta bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Lihevkirin ji şerkirinê zehmettir e. Di şer de em netirsiyan, di aştiyê de jî em ê netirsin" di sala 2014'an de li avahiya DBP'ê ya Bajêr daliqand, der heqê Hevserokê berê yê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli de doz hat vekirin. Doza ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat meşandin, piştî salekê bi encam bû.
Dadgehê ji ber sûcê 'propaganda rêxistina terorê kiriye' salek cezayê ragirtina li girtîgehê li Çalli birî û ji ber rewşa baş ev ceza daxist 10 mehan. Dadgehê pirsa 'Tu dixwaze ku aşkerekirina hukmê hatiye dayîn bê taloqkirin?' pirsî. Çalli jî got, 'Na naxwazim, min ti sûc nekiriye. Ez dixwazim bêm berdan'. Li ser vê yekê dadgehê biryar da ku bi cezayê ragirtina 10 mehan li girtîgehê, Çalli bê cezakirin.
Çalli di parêznameya xwe ya pêşkêşî dadgehê kir de got, "Min gotina Birêz Ocalan a li ser aştiyê, di pêvajoya aştiyê de ku hingî dewletê pê re muzakere dikir, got. Dibe ku gotinên min hin kes aciz kiribe. Lê belê gotinên min di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Li ser vê yekê dadger pirsa 'Tu dixwaze ku aşkerekirina hukmê hatiye dayîn bê taloqkirin?' pirsî. Çalli jî got, 'Na naxwazim, min ti sûc nekiriye. Ez dixwazim bêm berdan'. Wî jî ceza birî. Biryarên bi vî rengî êdî ji bo me ne tiştekî ecêb e."