Li Berlînê Kurd, Tirk û Elmanan bang li Davûtoglû kirin: Qatil!
Serokkomarên Elman û Tirk Angela Merkel û Ahmet Davûtoglû îro saet 12.00’an li avahiya serokwezîrtiyê ya li paytext Berlînê civiyan.
Serokkomarên Elman û Tirk Angela Merkel û Ahmet Davûtoglû îro saet 12.00’an li avahiya serokwezîrtiyê ya li paytext Berlînê civiyan.
Kurdan û dostên wan, hevdîtina serokwezîrên Elman û Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hatin bibîrxistin.
Serokkomarên Elman û Tirk Angela Merkel û Ahmet Davûtoglû îro saet 12.00’an li avahiya serokwezîrtiyê ya li paytext Berlînê civiyan.
Bi bangên bi dehan saziyên Kurd, Tirkiyeyî û Elman, bi sedan kes li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê ji bo protestoyê kom bûn.
Di çalakiyê de poster û alên Kurdî hatin vekirin, pankartê qetlîamên Tirkiyeyê protesto dikin hatin rakirin. Girseyê dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Em Davûtoglû Naxwazin” hatin berzkirin.
‘TÊ WATEYA PEJIRANDINA QETLÎAMÊ’
Di axaftinan de Serokwezîra Elman Merkel bi zimanekî tund hat rexnekirin, hat destnîşankirin ku di pêvajoyek wisa de ev civîna tê wateya pejirandina qetlîama li ser Kurdan.
Akademîsyenên Zanîngeha Hûmboldt a Berlînê jî tevlî xwepêşendanê bû. 10 akademîsyen danê sibehê saet 10.00’an ji zanîngeha dixebitin heta pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê meşiyan, piştevaniya çalakvanan kir.
‘JI BO QETLÎAMÊN NÛ CESARETÊ DIDE TIRKIYEYÊ!’
Li ser navê Komîteya Amadekar Mîchael Kapp, wiha got: “Dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re hevkar e, bi mehan e li Kurdistanê qetlîaman pêk tîne. Heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jî ji cihê xwe hatin koçberkirin. Em van polîtîkayên qatlîamker ên dewleta Tirk şermezar dikin. Ev hevdîtina di vê pêvajoyê de, mixabin ji bo qetlîamên nû cesaretê wê bide Tirkiyeyê.”
‘AKP HETA PITIKIN DI ZIK DAYIKAN DE QETIL DIKE’
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ qirkirina spî ya li ser Kurdistanê bê pîvan dewam dike. Piştgiriya hikûmeta Merkel a ji bo polîtîkayên faşîst, zêdetir cesaretê dide Tirkiyeyê. Eger Merkel di vê polîtîkayê de bi israr be, wê bi xwe jî li pêşberî dîrokê bibe sûcdar.” Koç destnîşan kir ku wê têkoşînê mezin bikin.
‘QEDEXEYA LI SER PKK’Ê DIVÊ BÊ RAKIRIN’
Li ser navê Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê Dîter Îlîûs jî hevdîtin rexne kir, civînek di vê pêvajoyê de bê wate dît. Îlîûs wiha got: “Ez bang li Merkel û Wezîrê Karên Derve dikim ku qedexeya li ser PKK’ê divê bê rakirin û ji bo azadiya Ocalan tişt bên kirin.” Îlîûs Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan şiband Hîtler.
Li ser navê akademîsyenên Zanîngeha Hûmboldt jî Dîroknas Ralf Hoffrogge axivî, wiha got: “Em rejîma zextker a AKP’ê rexne dikin. Kurd, beşên demokratîk û akademîsyen di bin zextê de ne. Divê ev bên bidawîkirin.”
‘DAVÛTOGLÛ TU BI XÊR NEHATÎ!’
Parlamenterê Partiya Eyaleta Berlînê ya Partiya Çep Hakan Taş jî diyar kir ku Davûtoglû li Berlîn û Elmanyayê naxwazin, wiha got: “Em ji Davûtoglû re dibêjin tû bi xêr nehatî.”
Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Sevîm Dagdelen jî ragihand ku li dijî AKP’e û Erdogan in.
Li ser navê TJK-E û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Leyla Boran jî wiha axivî: “Ev hevdîtina tê wê wateyê ku hikûmeta Elman piştgiriya dewleta Tirk dike.”
Hate dîtin ku di dema pêşendanê de çalakvanên ku pankartên Erdogan dişiband Hîtler rakiribûn hatin binçavkirin.
Her wiha komek ji endamên Komkarê jî di heman qadê de Davûtoglû protesto kir.
RÊXISTIN Û SAZIYÊN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Hin sazî û rêxistinên tevlî çalakiya protestoyê bûn ev in:
"ABDEM, NAV-DEM -Berlin, PYD-Berlin, Kobanê- Solidaritätskomite Berlin, Kurdistan-Solidaritätskomite Berlin, AGIF, ATİF, ADHK, ARAB, Berliner Montagsdemo, Courage, Yekîtiya Hêzên Demokratîk, Meclîsa Jinan a DEST-DAN a Berlin, DİDF, DKP-Berlin, Fidef, FKE (Ezidische Föderation) HDK und HDP-Berlin, Hände weg von Wedding, MLPD, NaO, Northeast-Antifa, Radikale Linke Berlin, REBELL, RKJ, Solidarität-İnternational, Umweltgewerkschaft, YXK, BO-Soziale Gerechtigkeit in LINKE/Spandau, Interventionistische Linke, İnitiative in Gedenken an Oury Jalloh e.V., Queer Radical Wagen Platz Kanal, Iinternasonal Women Space."