Malbatên Kanat û Eren ên berxwedêr: Gelê Silopiyayê bi ser ket, ne ew!

Cenazeyên zarokên bi navê Axîn Kanat (16) û Reşît Eren (17) ên di êrîşa 20'ê Kanûnê ya li taxa Nûhê de jiyana xwe ji dest dan, li dû otopsiyê piştî 33 rojan li Silopiyayê hatin veşartin.

Cenazeyên zarokên bi navê Axîn Kanat (16) û Reşît Eren (17) ên di êrîşa 20'ê Kanûnê ya li taxa Nûhê de jiyana xwe ji dest dan, li dû otopsiyê piştî 33 rojan li Silopiyayê hatin veşartin. Dayika Reşît Eren Bazin Eren bibîr xist, ku dewletê bi 10 hezar leşker, polîs, tank û topan êrîşî Silopiyayê kir û got, "Dewleta Tirk hewl da bi vî rengî vîna Silopiyayiyan bişikîne. Bi komkujiyê re gef li me xwar. Ya wan nebû, wê nebe jî. Yê bi ser ket, gelê Silopiyayê ye."

Cenazeyên zarokên bi navê Axîn Kanat (16) û Reşît Eren (17) ên di 20'ê Kanûnê de li taxa Nûhê ji ber êrîş û bombeyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, piştî 33 rojan li Goristana Şehîdan a li taxa Yenîşehîrê li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin veşartin.

'MIN 33 ROJAN CENAZEYÊ KEÇA XWE NEDÎT'

Malbatên Kanat û Eren diyar kirin, ku zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Bavê Axîn Kanat Omer Kanat da xuyakirin, ku keça wê ji bo heywanan sax bike çûye axurê û piştre agahî jê nehatiye girtin. Bav Kanat ragihand ku piştî 33 rojan wan karîne keça xwe veşêrin û anî ziman ku keça wê bi guleya tîmên taybet a li zikê wê ketî, jiyana xwe ji dest daye. Bav Kanat got, "Axîn diçû lîseyê. Ji ber êrîşên hêzên dewletê nikarîbû biça. Ji bo êm bide heywanan keça min çû axurê. Ji wê rojê ve me agahî jê ngirt. Piştre li gorî agahiyên me wergirt, keça min li hewşa mizgefta li taxê hatiye veşartin. Kê ew defn kirin, em bi wê nizanin. Roja ku qedexe rabû polîsan cenazeyên Axîn û Reşît ji hewşa mizgeftê derxistin."

'HEM ME QETIL DIKIN, HEM JÎ ÎŞKENCEYÊ LI CENAZEYÊN ME DIKIN'

Kanat diyar kir ku hem zarokên wan tên qetilkirin, hem jî îşkence li cenazeyên wan tên kirin û got, "Nahêlin em cenazeyên xwe bi merasîmeke girseyî veşêrin. Ev hovîtî ye. Li ti devera cîhanê tiştekî bi vî rengî nîne. Bi rojan bi tank û topan bombe li me barandin. Çi dibe bila bibe em ê tax, mal û axa xwe neterikînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê Silopiyayê neterikînin."

'KURÊ MIN QETIL KIRIN, XWESTIN MIN JÎ QETIL BIKIN'

Dayika Reşît Eren Bazin Eren jî da xuyakirin ku wan 33 rojan agahî ji kurê xwe negirtine û anî ziman ku kurê wê birîndar bû û mirovên çûn wî rakin jî bi guleyên polîsên tevgera taybet birîndar bûne. Dayik Eren ragihand ku gule li lingê wî ketiye û got, "Mîna ku kurê min qetil kirin, xwestin min jî qetil bikin. Dema çûm kurê xwe yê birîndar rakim, gule li min jî reşandin. Gule li lingê min ket. Bi rojan ez jî bi birîndarî mam. Lê min êşa lingê xwe hîs nedikir. Hişê min li ser kurê min bû. Nehiştin ku ez wî rakim. Tirsiyan ku em cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî veşêrin."

'YÊ BI SER KET GELÊ SILOPIYAYÊ YE'

Eren da zanîn ku dewleta Tirk hewl da bi 10 hezar leşker, polîs, tank û topan re komkujiyê bike û got, "Dewleta Tirk hewl da bi vî rengî vîna Silopiyayiyan bişikîne. Bi komkujiyê re gef li me xwar. Ya wan nebû, wê nebe jî. Yê bi ser ket, gelê Silopiyayê ye. Artêşa Erdogan û Davûtoglû ya êrîşî Silopiyayê ye, mîna ku dixwazin welatekî din dagir bike, êrîşî me kir. Xwîn rijiyabû ser çavê wan. Ne tenê mirovên me, heywanên me jî qetil kirin. Înşalleh Xwedê ji van zaliman re nehêle. Înşalleh ev êşa me kişandiye, wê Erdogan û Davûtoglû jî bikişîne."