Li pêşiya KE çalakiya rûniştinê ya 3 rojan wê bê lidarxistin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di pêşengtiya KCD-E de wê li pêşiya Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê lidarxistin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di pêşengtiya KCD-E de wê li pêşiya Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn bi armanca balkişandina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi çalakiyên nû didomin. Li bajarê Strasboûrg ê Fransa wê li pêşiya avahiya Konseya Ewropa di pêşengtiya KCD-E de çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê lidarxistin.
Di daxuyaniya ji KCD-E’yê, ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rûyê qetlîamker ê mêtîngeriya Tirk tehşîr bikin, bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku ji bo bibin dengê berxwedana mezin di çarçoveya çalakiyên demokratîk de û ji bo protestokirina bêdengiya sazî û dezgayên navneteweyî bikevin nava tevgerê û bi ruhê serhildanê rabin berxwedanê.
Çalakiya ku di 25,26 û 27’’ê Çileyê wê bê lidarxistin de, di tevahiya çalakiyê de wê bi heyetên Konseya Eweropayê re hevdîtin pêk werin. Nêzî 300 kes ji Alsace- Lorraîne ya Fransa û Başûrê Elmanya beşdarî çalakiyê bibin.
Komîteya rêxistinê jî banga tevlî çalakiya ku saet di navbera 08:00-17:00’an de bibin kir.