Li Cizîrê ji birîndaran agahî nayê girtin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 10 kesên ku di maleke topa tankê lê ket de birîndar bûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji ber êrîşên giran hê ranekirine nexweşxaneyê.
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 10 kesên ku di maleke topa tankê lê ket de birîndar bûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji ber êrîşên giran hê ranekirine nexweşxaneyê.
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 10 kesên ku di maleke topa tankê lê ket de birîndar bûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji ber êrîşên giran hê ranekirine nexweşxaneyê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku ji birîndaran agahî nayên girtin û êrîşên li hember herêmê bi dijwarî didome.
Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê di roja 41. de didome, danê sibehê li Taxa Cûdî 10 kesên ku di maleke topa tankê lê ket de birîndar bûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji ber êrîşên giran hê ranekirine nexweşxaneyê. Di malê de tevî Hevserokên Meclîsa Gelê Cizîrê 15 kes tê de bûn. Ji birîndaran ku di nav de Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye, rewşa tenduristiya Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel cîdîbûna xwe diparêze, êdî ji birîndaran agahî nayên girtin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku ji birîndaran agahî nayên girtin û êrîşên li hember herêmê bi dijwarî didome.