Li Sûrê hêzên dewletê kesekî din qetil kirin

Li navçeya Sûr a Amedê leşker û polîsên Tirk bombeavêjek avêtin malekê, di encam de şêwat derket. Di şewatê de kesekî kal ê navê wî nehat zelalkirin jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Sûr a Amedê leşker û polîsên Tirk bombeavêjek avêtin malekê, di encam de şêwat derket. Di şewatê de kesekî kal ê navê wî nehat zelalkirin jiyana xwe ji dest da.

Li Sûrê topbarana dijwar tevahî rojê berdewam kir, taxên qedexekirî bi çekên giran hat gulebarandin. Li Taxa Savaş polîs û leşkeran bombeavêj avêtin malekê li qatê duyemîn ê avahiyekê, di encam de şewat derket. Di şewatê de hat diyarkirin ku kesekî 80-85 salî bi şewatandinê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji ber ketober gulebaranê mirovan nikaribû mudaxeleyî agir bikin. 

Di êrîşên tevahî rojê dewam kir de Mizgeftên Haci Hamît û Hasirli, her wiha dêrek li Taxa Hasirli jî ji ber topbarana zêde xisarek mezin dîtine. Hat diyarkirin ku ji ber top li kolonê dêrê ketiye, beşek mezin a dêrê xera bûye. 

Li navçeya ku topbaran didome, leşker û tîmên taybet ji bo bikevin taxan bi kepçeyên zirxî malan xera dike.

Li navçeya elektrîk û av qute, hat ragihandin ku pirsgirêka avê destpê kiriye.