Korkmaz ê birîndar jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Hasan Korkmaz ê ku li Nisêbînê di êrîşên qirkirinê yên 14 rojan de ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û 55 rojan di beşa lênêrîna giran de hate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Hasan Korkmaz ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di êrîşên hêzên dewletê ya 14 rojan de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da. Korkmaz ê ku di roja 11'emîn a qedexeyê de li kolana Şîrîn a Taxa Firatê hate birîndarkirin û li Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin. Korkmaz ê ku di beşa Reanîmasyonê de ev 55 roj in dihat dermankirin duh di saetên êvarî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Korkmaz li Goristana Mohriz a Nisêbînê hate definkirin.
Bi Korkmaz re hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 24 kes.