Li Girê Mîra 2 kes hatin binçavkirin

Meşvanên Botanê yên li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di berxwedana nobedê de ne, li ser dijwarbûna êrîşan ber bi Cizrê ve ketin meşê, hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin û 2 kes binçav kirin.

Li ser banga DBP’ê ji bo Meşa Botanê bi hezaran kes li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê kom bûn, piştî dijwarbûna êrîşên li ser Cizîrê, hat ragihadin ku di meşa ber bi Cizîrê ya ku rastî êrîşa polîsan hat, 2 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku her 2 kesên hatin binçavkirin birine Qereqola Jendermeyan a Kemîneyê.