‘Li Cizîrê hejmara birîndaran bû 28, kesekî jiyana xwe ji dest da’

Li qada 10 kesên ku li Taxa Cûdî ya Cizîrê ya li mala topa tankê lê ket birîndar bibûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji danê sibehê ve li benda ambûlansê ne, ji ber êrîşên dijwar hejmara birîndaran zêde dibe.

Hevseroka Meclîsa Gelê Cizîrê got li qada êrîş lê didomin hejmara birîndaran bûye 28 û ji birîndaran yekî jiyana xwe ji dest daye.

Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê di roja 41. de didome, di encama topa tankekê li malekê ketibû 10 kesên birîndar bibû ji ber êrîşan nikaribûn rakin nexweşxaneyê. Dîsa ji ber êrîşan ji birîndaran ji danê êvarî û vir ve agahî nedihat girtin. Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê tevlî bernameya Med Nûçe TV bû, da xuyakirin ku li qada ku ji danê sibehê ve girtine bin bomberdûmanê hejmara birîndaran bûye 28, kesekî birîndar jî jiyana xwe ji dest daye.

Di nav birîndaran de Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer û Cîhan Karaman ê duh ji aliyê polîsan ji singa xwe hat birîndarkirin û ji bo rakin nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê daye hene. Tê diyarkirin ku rewşa Yavûzer û Karaman krîtîk e.