Dayika aştiyê ya birîndar: Naçim nexweşxaneyê, ez ê li ber xwe bidim

Dayika Aştiyê Îslîm Denîz a di meşa ber bi Cizîrê ve ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ji rûyê xwe birîndar bû, got: “Ruhê min bila bibe qurban ji bo ciwanên min, ew li hember tank û topan li ber xwe didin, birîna min sivik e."

Dayika Aştiyê Îslîm Denîz a di meşa ber bi Cizîrê ve ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ji rûyê xwe birîndar bû, got: “Ruhê min bila bibe qurban ji bo ciwanên min, ew li hember tank û topan li ber xwe didin, birîna min sivik e. Ne diçim nexweşxaneyê ne jî malê. Ez ê li ber xwe bidim.”

Li ser banga DBP’ê bi hezaran kes ji bo meşa Botanê li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê kom bûn, ji bo êrîşên qirkirinê yên li ser Cizîr a Şirnexê ketin rê. Hêzên dewleta Tirk a ku êrîşî girseyê kir gelek kes birîndar kirin û 2 kes jî binçav kir. Dayika Aştiyê ya Dîlokê Îslîm Denîz jî cih di meşê de girtibû, di êrîşa polîs û leşkerên Tirk de bi erdê ve hat kaşkirin û ji rûyê xwe birîndar bû. Denîz a ku didanê wê yê pêşî şkestin wiha got: “Hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û guleyên rast êrîş kirin. Ez ketim, bi erde ve hatim kaşkirin, li ser belavbûna girseyê ya derdor ve xeteriya jiyanê min derbas kir.”

Îslîm diyar kir ku şerê qirêj ê tê meşandin demildest divê dawî lê were anîn, heta ku şer berdewam bike jî wê li ber xwe bidin. Îslîm wiha anî ziman: Ruhê min bila bibe qurban ji bo ciwanên min, ew li hember tank û topan li ber xwe didin, birîna min sivik e. Ez dayika şehîdan im, ne diçim nexweşxaneyê ne jî malê. Heta ku ev dorpêç neyê şkandin, ez ê li ber xwe bidim.”