'Tecrîda li Îmraliyê li Sîlîvriyê didome'
Di çalakiya "rûniştina F" ya vê hefteyê de rojev pêkanînên tecrîdê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê bû
Di çalakiya "rûniştina F" ya vê hefteyê de rojev pêkanînên tecrîdê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê bû
Di çalakiya "rûniştina F" ya vê hefteyê de rojev pêkanînên tecrîdê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê bû. Parêzerê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin, Rezan Sarica destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li Girtîgeha Sîlîvriyê berdewam dike.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş 201'emîn çalakiya "rûniştina F" li Qada Galatasarayê kir. Di çalakiyê de pankartên li dijî tecrîdê hatin vekirin û parazvanên mafên mirovan wêneyên girtiyên nexweş hilgirtin.
Di çalakiya vê heftê de bal hat kişandin ser rewşa Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê. Di çalakiyê de parêzerê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ji Girava Îmraliyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin, Rezan Sarica axivî. Sarici anî ziman ku ew nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û tecrîda li Îmraliyê, li Girtîgeha Sîlîvriyê berdewam dike.
Piştî Sarica, endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê axivî. Dolu destnîşan kir ku li girtîgehên ku girtiyên siyasî lê dimînin, zext û binpêkirinên mafan bilind bûne. Dolu bibîrxist ku çawa ku Kuran û Arkaş anîn girtîgehê, hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran hate qedexekirin.
'LI SÎLÎVRIYÊ 6 GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN HENE'
Dolu diyar kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ne tenê li hemberî Kuran û Arkaş, li hemberî hemû girtiyên PKK'yî polîtîkayên tecrîdê tê meşandin. Dolu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş jî û got: "Li vir li gor lîsteya me 6 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji ber ku girtiyên nexweş jî ji mafê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bêpar mane, ji ber ku xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin, jiyana wan ketiye xetereyê."