Însiyatîfa Gelê Amedê banga serhildanê kir
Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk banga serhildanê kir.
Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk banga serhildanê kir.
Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk banga serhildanê kir.
Însiyatîfa Gelê Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Ev nêzî 2 mehan e navçeyên Cizîr, Silopiya û Sûrê ji aliyê çeteyên faşîst ên dewletê tên bomberdûmankirin. Li van her 3 navçeyan, bêyî cudahiya jin, zarok, sivîl bên kirin gelê me tê qetilkirin. Ev 2 meh in li navçeyê qutbûnên elektrîk, avê hene. Her wiha ti kes nikare nan, xurekan bigire. Gelê me ji milekî bi birçîbûnê, tîbûnê ji milê din jî bi qetlîaman terbiye bikin.”
Însiyatîfa Gelê Amedê bi bîr xist ku îro li Cizîrê bi topbarana li malekê 20 kes birîndar bûne, bal kişand ku ji hin birîndaran ên rewşa wan giran hene. Însiyatîfa Gelê Amedê bal kişand ku ti alîkarî û ambûlans jî neçûne, diyar kir ku li Cizîrê jî wek Silopiya çawa Sêvê Demîr û hevalên wê înfaz kirin, dixwazin heman tiştî li vir jî bikin.
Însiyatîfa Gelê Amedê hişyar kir ku ji bo qetlîamên nû li Cizîr û Sûrê çênebin divê gelê Amedê ji îro ve bi awayekî bê navber dest bi serhildanan bike, wiha dewam kir: “Ji îşev û şûn de her tax, kolanek Amedê qadek serhildanê ye. Roj roja berxwedanê ye. Roj roja serhildanê. Kî çi ji destê wan tê divê îro bikin. Wê ti rojek me yê din tinebe. Yê karibe kevir bavêje divê îro bavêje, yê dikare derkeve kolanê divê îro derkeve, yê dikare meşê lidarbixe divê îro bimeşe, yê dikare agir pêxê divê îro vêxê, yê dikare barîkaqatan deyne divê îro deyne. Em îro li ber xwe nedin em ê bên qetilkirin. Lê em li ber xwe bidin em ê teqez bi ser bikevin. Pêwîst e tevahî gelê Amedê di pêşengiya ciwan û jinan de bi ruhê serhildanê derkeve qadan. Heta ev dorpêç neşkê em ji kolanan venakişin.”