YDG-H: Berxwedana me bê navber didome / HAT NÛKIRIN
YDG-H di daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dewleta Tirk agahî dan.
YDG-H di daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dewleta Tirk agahî dan.
Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H), da xuyakirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk di nav berxwedanek bê navber de ne.
YDG-H di daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dewleta Tirk agahî dan.
Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) têkîldarî çalakiya 21’ê Çileyê li ser rêya Nisêbîn- Cizîrê ev agahî parve kir:
‘LI RÊYA CIZÎR-NISÊBÎNÊ OTOBUSA POLÎSAN HAT ÎMHAKIRIN’
“21’ê Çileyê dema sewqiyata ber bi Cizîrê ya çeteyên li Nisêbînê têk çûne, hêzên me çalakiyek li dijî konvoyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de otobus û polîsên tê de bi temamî îmha bûn, otobusek din jî hat derbekirin. Nûçeyên di medyaya AKP’ê ya wek 9 birîndar hene, ji rastiyê dûr e û bi armanca ne rast agahdarkirina gel tê dayîn.”
LI HEZEXÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku 22’ê Çileyê li Hezexê kulebeyên midûriyeta emniyetê hatine hedefgirtin û piştî çalakiyê jî çeteyên AKP’ê gulebaran kirine.
LI SÛRÊ BERXWEDAN BÊ NAVBER DIDOME
Di daxuyaniya YDG-H’ê de têkîldarî berxwedana li navçeya Sûr a Amedê ev îfade cih girtin:
“22’ê Çileyê li navçeya Sûr a Amedê di 2 çalakiyên hemwext ên li hember çeteyên bi kepçeyên zirxî hewl dan bikevin taxê de operatorê kepçeyê û leşkerek hat kuştin.
Berxwedêrekî me yê di şerê li Sûrê bi giranî birîndar bû, tevî giştî mudaxeleyan jî nehate rizgarkirin û tevlî nava karwanên nemira bûye. Hevalê Welat ji roja destpêkê ve di berxwedana Sûrê de cih girt û li dijî çeteyên AKP’ê, mînakek têkoşînê ya mezin derxistiye holê. Hevalê Welat şoreşgerekî ku di jiyana xwe de ruhê berxwedanê nîşanî mirov dida. Em careke din di şexsê hevalê Welat de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin, em soza xwe nû dikin ku em ê li têkoşîn û bîranînên wan xwedî derkevin.
Agahiyên nasnameya hevalê me wiha ye:
Nasnav: Welat Ciya
Nav û Paşnav: Hakan Aslan
Navê Dayik-Bav: Melîke-Alîriza
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê:1992 Qereyazî
Dîroka Şehadetê: 22’ê Çileyê 2016
Daxuyaniya YDG-H bi vê bangê bi dawî bû:
Li hember êrîşên qirkirin û hilweşînê ya rejîma faşîst a AKP’ê, berxwedana gelê Kurd bi awayek hê xurtir berdewam dike. Hêzên rejîma faşîst bila baş bizanin ku, êdî li Kurdistanê bingehên êrîşên bi vî awayî û rêbazên qetilkirinê ti encaman nagirin. Îro gelê Kurdistanê bi ciwan û jinan gîhane wê astê ku xwe biparêzin û bi hêza YPS’ê gihiştiye îradeya berxwedanê. Bi hêza vê îradeyê wê bi hemû awayî li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk bersiv bide û wê doza gelê me yê mafdar bigihîne serkeftinê.”