Çalakiyên silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê didomin

Li bajarên Hannover, Giessen, Bûrûchsal ê Elmanya û Marsîlya yê Fransa berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê hatin silavkirin, terora dewleta Tirk hat neletkirin.

Li bajarên Hannover, Giessen, Bûrûchsal ê Elmanya û Marsîlya yê Fransa berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê hatin silavkirin, terora dewleta Tirk hat neletkirin.

LI HANNOVERÊ HEZAR BI DIRÛŞME ‘QATIL ERDOGAN’ MEŞIYAN

Li bajarê Hannover ê Elmanya bi tevlîbûna hezaran ve meş hat lidarxistin, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin.

Bi hezaran kesên bi banga NAV-DEM’ê li bajarê Hannover ê Elmanya tevlî meşê bûn, bi dirûşmeya, “Qatil Erdogan” meşiyan. Meşa li Qada Steintor destpê kir bi piştgiriya Hevbirên Yekîtiya Hêzên Demokratîk, komên antî-faşîst ên Elman, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên aştîxwaz pêk hat.

Di meşê de belavok hatin belavkirin, dirûşmeyên terora dewletê protesto dikirin hatin qîrkirin.

Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Xebat Siverek axivî, di serî Cizîr, Sûr, Silopiya, berxwedanên xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê silav kir.

Piştre li ser navê Federasyona Êzidî û NAV-DEM’ê axaftin hatin kirin. Rêveberê NAV-DEM’ê Yilmaz Kaba got hikûmeta Elman cesaretê dide faşîzma AKP’ê, destnîşan kir ku hevparê sûcên dewleta Tirk e.

GIESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanya jî Ciwanên Azad ê Gîessen û YXK Gîessen hevpar meşek li dar xistin.

Çalakvan li pêşiya Berlîner Platz kom bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û berxwedana xwerêberiyê silav kirin.

Di axaftinên li ser navê YXA û Ciwanên Azad de hat diyar kirin ku li hember sûcê mirovahiyê yê ku Erdogan dike bang li hêzên navneteweyî kirin ku demildest bikevin nava tevgerê. Bal hat kişandin ku divê demildest Ocalan serbest bê berdan û berxwedana xwerêverberiyê jî hat silavkirin.

Di çalakiyê de Komên Elman ên antî- faşîst ARAG, SDAJ û gelek rêxistinan piştgirî dan. Di tevahiya çalakiyê de bi dirûşmên “Bijî Berxwedan Bakur, “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedaiyên Ocalan in” qîr kirin.

BÛRÛCHSAL

Li bajarê Bûrûchsal a Elmanyayê Elman û Kurdistanî hevpar standa agahdarkirinê vekirin.

Standa ku Komaleya Elewî ya Brûchsal organîze kir, bi beşdariya Partiya Kesk û rêveberên Partiya Dîe Lînke jî belavok hatin belavkirin, agahdarkirin pêk anîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlaya ya Fransayê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk meşek hat lidarxistin û di meşê de berxwedana xwerêveberiyê jî hat silavkirin. Girseya ku li Qada Canabîere kom bûn bi dirûşmên ku berxwedana xwerêveberiyê tîne ziman qîr kirin. Meşvanan daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û heta Vîeûw Port Lînani meşiyan.

Piştre mîtîngek li dar xistin. Mîtîngê bi rêzgirtinê destpê kir û Hevserokê Meclîsa Gel a Marsîlyayê axivî. Melayê Meclîsa Bawermendan a Marsîlyayê jî di axaftina xwe de diyar kir ku divê ti kes li hember wehşeta dewleta Tirk a li ser Kurdistan bêdeng nemîne.

Çalakvanên Meclîsa Gel a Marsîlyayê ragihandin ku wê çalakiyên wan rojên pêşiya me jî bidomin.

...