Li Parîsê ji bo Çelîk û Kaplan bîranîn

Li Parîsê Mazlûm Çelîk ê YPG’yî û Mehmet Kaplan ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin bîranîn.

Li Parîsê Mazlûm Çelîk ê YPG’yî û Mehmet Kaplan ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin bîranîn

Li herêma Les Mûreaûx ê paytexta Parîs a Fransayê, ji bo Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) ê YPG’yî yê li Eyn Îsa şehîd ket û Mehmet Kaplan ê li Cizîrê hat qetilkirin ji bo 2 rojan konê sersaxiyê hat vedan.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, di aktivîteya bîranînê de, di kesayeta Çelîk û Kaplan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. Li ser navê Komîteya Şehîdan axaftin hatin kirin. Komîteyê bal kişand li ser qetlîamên AKP û DAÎŞ’ê yên li hember gelê Kurd. Malbatan jî girêdana xwe ya bi “şehîdan” re dûbare kirin.

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.