Jinên ku li Elmanya dijîn, wê rêxistina ban ava bikin
Jinên Kurd ên li tevahiya Elmanya xwe bi awayê meclîs, komun, komaleyan bi rêxistin dikin, wê rêxistina ban ava bikin.

Bi beşdarbûna 250 delegeyan a li paytexa Dusseldorf ê eyaleta NRW a Elmanya wê kom bibin, bi civînê wê rêxistina ban ava bikin.
Li salona ku posterên yek ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, sê jinên siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 4’ê Çileya 2016’an li navçeya Silopiyaya Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û pankartên “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Re Azadî” hatin daliqandin, civîn didome.
Li Salona Konferansa Lessîng Gymnasîûm, pankarta “Bi Rêbertiyek azad re jiyanek azad ava bikin, bi ruhê azadiya Sarayan, Sêvêyan têkoşîna xwe bilind bikin” hate vekirin.
Rêveberên TJK-E, Hevseroka KCD-E Hîvî Osman û Hevserokê NAV-Dem Fatoş Goksûngûr jî wê beşdarî civînê bibin.