Zarok li Dêrikê di aktîvîteya moralê de hatin cem hev
Li Dêrikê zarok di aktîvîteya moralê ya ji aliyê Komaleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava de hatin cem hev.

Ji aliyê Komaleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava ya Amedê û Nûnertiya Dêrikê ya Egitim Sen li Dêrikê ku yek ji navçeyên êrîşên qirkirinê di bin navê “qedexeya kolanan” de pêk hatibû, ji bo zarokan aktîvîte hat lidarxistin. Gelek zarok tevlî aktîvîteyên li taxên Kuçukpinar, Cevîzpinar û Dag bûn. Zarok bi lîstikan û aktîvîteya ve coş girtin. Pêlîstok û bafirok diyarî zarokan hatin kirin.
Rêvebera Komaleyê Fîdan Kanlibaş bal kişand ser bandorên êrîşan ên li ser zarokan, destnîşan kir ku bi dirûşmeya “Kolan qadên lîstokan ên zarokan e, nikarin bên qedexekirin” ve aktîvîte li dar xistine. Kanlibaş xwest divê her kes li hember zarokên ji atmosfera şer bandor bûne hestiyar bin, anî ziman ku wê aktîvîte bidomin.
Di dawiya aktîvîteyê de pêlîstokên cur bi cur û bafirok diyarî zarokan hatin kirin.