Îmret, serbest hat berdan

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a duh li Cizîrê hat binçavkirin serbest hat berdan. Hat ragihandin ku sedema binçavkirina Îmret a ji ber îfadeyek ji beriya niha dabû ji ber neketibû qeydan hatiye binçavkirin.

Li Cizîrê dorpêç û êrîş di roja 41'an de berdewam dike. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret yê ku ji aliyê Wezîrê Karê Hûndir ji kar hatibû dûrxistin berî 2 rojan li Cizîrê hatibû binçavkirin. Derbarê binçavkirina Leyla de ti agahî nehat bidestxistin. Piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê îfadeya Leyla Îmret hat girtin, serbest hat berdan.