Dayîkên Şemiyê cara 565’emîn jî li Galatasarayê bû

Dayîkên Şemiyê cara 565. li Galatasarayê kom bûn. Ji bo Abdûllah Canan ê Colemêrgî yê ku beriya 20 salan hatibû binçavkirin û qetilkirin, zarokê wî gotin: “Bavê me bi rûmeta xwe dijiya, ji ber vê hat qetilkirin.”

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û daxwaza darizandina failan bikin di hefteya 565'emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê wek her gav, wêneyên zarokên xwe hilgirtin û pankarta " Fail diyar in, winda li kû ne?" vekirin. 

Dayik di çalakiya vê heftê de aqûbeta Abdullah Canan ê ku di 17'ê Çileya 1996'an de ji aliyê leşkeran ve hate revandin û piştre hate windakirin pirsîn. 

Kurê Abdullah Canan, Tayyup Canan di çalakiyê de axivî û bal kişand ser komkujiyên li Cizîrê û got "Em her hefte li vê derê ji bo Cizîrê edaletê dixwazin. Lê çareserî tune ye. Bavê min jî ji ber ku aşitî dixwest hate kuştin. Lê ji bo ji kujeran hesap were pirsîn em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” 

Piştre kurê din ê Abdullah Canan, Vahîp Canan û kekê Îsmaîl Bahçecî yê ku di 24'ê Kanûna 1994'an de di binçav de hate windakirin, Umut Bahçecî jî axivîn. 

Piştî axaftinan, daxuyaniya vê heftê ji aliyê Umît Tekaydîşlî ve hate dayîn. Tekaydîşlî jî bal kişand ser êrîşên tevkujiyê yên li Cizîrê û got rawestandina mirî û birîndaran di nav sikakan de, li dijî rûmeta mirovahiyê ye.

...