Fermandariya Karargeha Navendî ya Parastina Gel, têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember dibistana Baglar a Amedê daxuyanî da.
NPG’ê, ragihand ku têkildarî êrîşên li hember dibistana Baglarê dest bi lêkolînên berfireh û lêpirsînê kirine, li gorî encama gihiştine, diyar kir ku êrîş ji aliyê hêzên îstixbarata Tirk ve pêk hatine.
Daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Fermandariya Karargeha Navendî ya Parastina Gel ve hat dayîn, da diyarkirin ku têkildarî êrîşa bombeyî ya li navçeya Baglar a Amedê ya roja qarneyê, lêkolîn û lêpirsînek berfireh dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, ‘Li gorî encama ku em gihiştine, ev bûyer di çarçoveya şerê psîkolojîk de, hêzên îstixbarata Tirk pêk anîne. Bi ti awayî tî têkiliya PKK’ê û ne jî rêxistinên girêdayî PKK’ê bi vê bûyerê re tineye.’
‘ÊRÎŞA LI HEMBER ZAROKAN MANÎDAR E’
Di daxuyaniya Fermandariya Karargeha Navendî ya Parastina Gel de ev îfade cih girtin:
“Li Kurdistanê her roj welatiyên sivîl tên qetilkirin, di 6 mehên dawî de bi dehan zarokên Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi belavoka akademîsyenan, daxuyaniyên hêzên navneteweyî rastiya rûyê dewleta Tirk derxist holê. Bi taybet di vê rojeva zindî de û hatina Alîkarê Serokê ABD’ê Jon Bîden a Tirkiyeyê û êrîşa bombeyî ya li hember zarokên Amedî manîdar e. Çeteyên Qesrê êrîşên bi vî awayî dikin, rojnameyên Qesrê jî bi manşetên ‘PKK zarokan dikuje’dinivîsîne. Bi van menşetan herî kêm qetilkirina 5-6 zarokan kirine hedef û bi gotina ‘PKK zarokan dikuje’ dixwazin berheman bidest bixin. Ev hemû senaryo ne. Tevgera me ya ku li pey doza gelê xwe dimeşe, dixwazin wisa bidin xuyakirin ku zarokên gelê xwe qetil dike. Tevgera me ti carî wesatiyên sivîl nekiriye hedef û ti carî jî nake hedef. Îro li tevahiya Kurdistanê yên ku êrîşan li hember sivîlan pêk tînin, sivîlan qetildikin û dixwazin gelê Kurdistanê bihelînin, tenê hêzek heye: ew jî çeteyên Qesra AKP’ê ne.”
PKK NE MIMKÛN E KU VAN BUYERAN PÊK BÎNE
Fermandariya Karargeha Navendî ya Parastina Gel got, PKK’e ne mimkûne ku bûyerên bi vî awayî pêk bîne û wiha da xuyakirin:
“Her kes bila baş bizane ku li cihekî weke Baglar ê ku ji sedî 90 alîgirên me ne, ne mimkûn e PKK û ciwanên PKK û ne jî ti saziyên welatparêz bûyerek bi vî awayî pêk bînin û ti caran jî pêk naynin. Ji destpêkê gelê Amedê, hemû gelê Kurdistan û Tirkiyeyê û raya giştî ya demokratîk bila bawer bin ku, ev bûyer ji aliyê Gladyoya Tirk ve pêk hatiye. Yên ku li Cizîr û Sûrê her roj zarokên me qetil dikin, li Amedê Tahîr Elçî qetil kirin û ev bombe jî wan teqandiye.
Mêtingeriya AKP’ê li hember berxwedan û doza gelê Kurdistanê ya mafdar bêçare maye, ev cure çalakiyên provakatîf ji bo veşartina xwe li dar xistine. Li ser vê jî dixwazin doza mafdar a gelê Kurd bi van bûyeran bidin reşkirin. Em bang li gelê Kurd û raya giştî dikin ku li hember van bûyerên qirêj ên bi vî awayî hişyar bin, li hember vê jî banga têkoşînê dikin.”