Polîs û leşkeran êrîşî meşvanên Botanê kir/ HAT NÛKIRIN
Piştî ku danê vê sibehê di topbaranê de 10 kes li Cizîrê birîndar bûn, gelê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê disekinî, berê xwe da Cizîrê û dest bi meşê kir rastî êrîşa hêzên dewletê hat.

Bi hezaran meşvanên Botanê ku li ser banga DBP'ê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê li hev kom bûn, piştî ku di topbaran îro ya li Cizîrê de Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel jî di nav de herî kêm 10 sivîl birîndar bûn, ketin nava tevgerê. Di çalakiya meşê de Parlementera HDP’ê Gulseren Yildirm, Alî Atalan, Alîkarê Hevserokê DBP’ê Demîr Çelîk jî di nav de ji aliyê Qereqola Jendermeyan a li gundê Kemîna a li ser Rêya Îpek ve hat asteng kirin. Bi hezaran meşvanên ku xwestin meşa xwe berdewam bikin li vir çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di vê navberê de Parlementera HDP’ê yê Mêrdînê Gulseren Yildirim û Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan û heyeta li gel bi fermandarê Jendermeyan re civiyan. Rexmê hevdîtinan jî astengî hê jî berdewam kirin, li ser vê gel ketin meşê û di vê navberê de polîs û jendermeyan bi bombeyên gazê, ava şid û bi guleyên rast êrîşî gel kir.
Êrîşa ku li ser Rêya Îpek pêk hat beşek mezin a gel ji vê destwerdanê bandor bûn û belavî derdor bû. Li ser êrîşan dayika Hanim Yavûzer a Endamê DBP’ê Mehmet Yavûzer ê li Cizîrê ji aliyê hêzên deweta Tirk ve hat birîndar kirin bertekên tund nîşanî leşkeran da. Hanim Yavûz ji bo leşkerên êrîş dikir wiha bertekên nîşan da: “ Li Cizîrê dixwazin lawê min qetil bikin. Ev desthilatdarî wê we jî qetil bike, bikevin ferqa ku şer çiqas tiştek bi qîrêj e û neyên lîstokan. Vegerin mala xwe.”
Girseyê berxwedana xwe dewam kir, piştre ji bo nobeda berxwedanê bidomînin derbasî Taxa Girê Mîra bûn.