Azadiya Welat: Rewşa birîndaran nebaş dibe; divê DMME bi lezgînî biryara tedbîrê bide

Azadiya Welat xwest, têkildarî birîndarên li Cizîrê ku midûrê wan ê karê nivîsê Aktaş jî di nav de heye, derhal biryara tedbîrê were dayîn. Rojnameyê banga 'Bêdeng nemîne' li raya giştî kir.

Rojnameya Azadiya Welat têkîldarî 28 kesên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin birîndarkirin û di nav de Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye û ji ber ku destûr nehat dayîn 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. 

Di daxuyaniyê de Rêveberê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Mehmet Alî Ertaş jî cih girt. Daxuyanî li Salona Civînê ya ÎHD'ê hat dayîn. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olcen daxuyanî bi kurdî xwend. Olcen diyar kir ku ew wekî rojnamevan pêvajoya qetilkirina sivîlan dişopînin û jê bi bandor dibin. 

'HÎN HÊZÊN DEWLETÊ NAHÊLIN AMBÛLANS BIKEVIN NAVA TAXÊ'

Olcen destnîşan kir ku serdestên ku naxwazin raya giştî ji tiştên diqewimin agahdar bibin ewil kameramanê Televîzyona ÎMC'ê Refîk Tekîn birîndar kirine û niha jî xebatkarên wan birîndar kirine. Olcen got: "Li Rihayê êrîşî hevalê me Şahîn Ceyran kirin. Niha jî êrîş bi ser koma ku tê de Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya me Rohat Aktaş heye kirin û ew birîndar kirin. Hêzên dewletê nahêlin ku ambulans bikeve nava taxê û birîndar bên derxistin."

'HER KU DIÇE REWŞA BIRÎNDARAN GIRANTIR DIBE'

Olcen têkîldarî rewşa birîndarên li Cizîrê agahî da û got: "Niha di mala ku hevalê me jî lê ye 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar in. Birînên van kesan qalik digire û xwîn di laşê wan de hişk dibe. Ji ber vê yekê bêhn ji wan kesan tê. Tevlî vê yekê kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bêhn dikeve laşê wan. Her deqe û saniye jiyana kesên birîndar di bin xetereyê de ye."

'DMME 4 ROJ IN BERSIV NEDAYE DAXWAZA ME'

Olcen destnîşan kir ku wan ji bo ku biryara tedbîrê bê stendin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane lê hîn bersiv nehatiye dayîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em bêdengiya DMME ya li hemberî birîndaran şermezar dikin. Ji bo birîndaran heta biryarên tedbîrê tên girtin birîndar jiyana xwe ji dest didin." Olcen anî ziman ku eger tiştek bi serê hevalên wan û kesên din ên birîndar bûne de bên berpirsyarên wê Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ye. 

OGC: EM Ê ŞOPDARÊN PÊVAJOYÊ BIN

Piştî daxuyaniyê Rêveberê Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Mehmet Alî Ertaş jî axivî û destnîşan kir ku heta niha gelek êrîş bi ser çapemeniya azad de hatine û got: "Weke Cemiyeta Rojnamevanên Azad em ê şopdarên pêvajoyê bin."

Piştî axaftina Ertaş daxuyanî bi dawî bû.