Gotin 'Em bêdeng neman' û li ber Parlamenta Fransayê dest bi greva birçîbûnê kirin

Kurdistaniyên bi navê Sedat Şahîn, Erdogan û Firat Bayhan, Mazlûm Tîltay, li dijî êrîşên qirkirinê yên bi fermana AKP'ê li Kurdistanê tên kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, 4 Kurdistaniyan li ber Parlamenta Fransayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kurdistaniyên bi navê Sedat Şahîn, Erdogan û Firat Bayhan, Mazlûm Tîltay, li dijî êrîşên qirkirinê yên bi fermana AKP'ê li Kurdistanê tên kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakgerên ku bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan şermezar dikin gotin, "Bi taybetî gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê ku digot, 'Gelê Kurd ê li hemberî mirinan bêdeng e, ew jî berpirsyar e' wijdanê me xist nava tevgerê. Em bang li Kurdên li Parîsê dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û her kes bikeve nava tevgerê."

...