Li Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê berxwedana gel hat silavkirin
Li Elmanya, Danîkarma û Awûstûryayê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd hat silavkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 25 rêbendanê 2016, 13:14
Li Elmanya, Danîkarma û Awûstûryayê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd hat silavkirin.
OSNABRUCK
Li bajarê Elmanya Osnabruckê, ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê KUrdistanê û protestokirina komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, meşek hat lidarxistin.
Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organızekirin û partiyên çep ên Elman, koma antî-faşîst û gelek saziyan destek dan.
Girseya gel a li ber strasyona trenê li hev civiyan, di kolanên qelebalix ên bajêr re meşiyan û belavok belav kirin. Piştî meşê li ber avahiya şaredariyê mîtîngek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku bi qasî 700 kes lê amade bûn de, li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer axivî û li dijî konsepta tinekirina gelê Kurd, di serî de Kurdistanî bang li her kesî kir ku li her devera cîhanê ji bo pêşîgirtina li dîktatoriya faşîst dengê xwe bilind bikin.
ARHÛS
Li bajarê Danîmarka Arhûsê jî, berxwedana li Kurdistanê bi çalakiyekê hat silavkirin. Bi vê armancê li ber avahiya Şaredariya Arhûsê bi pêşengiya PYD Danîmarkayê çalakiyek hat lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Di çalakiyê de li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike belavok hatin belavkirin. Nûnerên PYD, Tevgera Goran û YNK'ê li vir axivîn, berxwedan silav kirin û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.
ÎNNSBRÛCK
Kurdên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya rûniştinê pêk anîn û astengiya li pêşiya rakirina birîndarên li Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Di çalakiya li ber Parlamenta Înnsbrûckê de belavok ahtin belavkirin û polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê hatin teşhîrkirin.