HPG’ê 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî

HPG’ê, gerîlayên bi navê Nûran Daniş (Xwînda Zagros) û Serhat Ayaz (Yûsûf Demhat) ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 2 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: 

“Nirxên ku bi berdêlên mezin ên ku hevalên me yên leheng li dijî mêtingeriya li Kurdistanê bi hilbijartina rêya şoreşê ya serhildanê ve afirandine, bi îradeya ku di oxira armanca xwe de bi fedaîbûnê ve derxistine holê pêk hatiye.
Ev sekn û girêdanbûna ku Tevgera me ya Azadiyê xuluqandiye, îro bi hêza ji şehîdên me yên ku afirînerên derfetên şoreşî derketine holê. Canên di vê oxirê de hatine dayîn, fedakariyên bê hempar, seknên destanî di mejî û dilê gelê me de bûne nirxên herî bingehîn.”

HPG’ê wiha domand:

Hevala Xwînda (Nûran Dariş) û Yûsûf (Serhat Ayaz) ên k udi sala 2010 û 2012’an tevlî refên me yên têkoşînê bûne, di nava vê têkoşînê de cihê xwe girtin, bûne şervanên azadiyê yên ku gelê Kurdistanê yê fedakar mezin kirine. Ew li çiyayên Kurdistanê ku duristbûn û girêdan lê tûj dibin, li dijî dagirkirin û wehşera dijmin bûne mîlîtanên xwedî meşa bi biryar û tevlî nava karwanên şehîdên bê mirin bûne.

Em her du hevalên xwe yên sala 2014’an li herêma Kelareş û Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin, li ser bîranîna wan em soza xwe ya Kurdistana azad nû dikin.”

NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYAN

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Xwînda Zagros
Nav û Paşnav: Nûran Dariş
Cihê Jidayikbûn: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Muselma – Mehmet Tahîr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2013 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
***
Nasnav: Yûsûf Demhat
Nav û Paşnav: Serhat Ayaz
Cihê Jidayikbûn: Wan
Navê Dayik û Bav: Nebahat - Mûustafa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Hazîrana 2014’an / Kelareş

...