Malbata Ocalan di nobeda berxwedanê de ye

Ji bo dawîanîna terora dewleta Tirk û dorpêça li ser Cizîrê meşa Botanê ya ku li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Ocalan beşdarî berxwedana nobedê bûn.

Ji bo êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Botanê bi dawî bibe, di pêşengtiya DBP’ê de meşa Botanê ya ku hat destpêkirin ya li Taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku bi sedan kes ji Kurdistan û navendên cuda beşdar bûn, nobeda berxwedanê di roja 4. de didome. Xizmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî beşdarî çalakiya nobedê bû. Xwarziyê Ocalan, Alî Ocalan ê ji gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê hat û beşdarî berxwedana nobedê bû. Ocalan diyar kir ku heta dorpêç û terora dewletê ranebe wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Ocalan da xuyakirin ku ji bo dorpêça li ser Cizîr, Sûr û Silopiyayê rabe divê hê zêdetir beşdarî nobeda berxwedanê bibin. Ocalan wiha anî ziman: “Li Cizîrê wehşetek tê meşandin. Birîndar bi êşa xwe ve ji mirinê re hiştine. Li hember wehşet û terora dewletê divê gelê me bêdeng nemîne û bi hestyarî tevbigerin.”

Xwarziyê Ocalan diyar kir ku ji beriya pêvajoya tecrîdê di hevdîtinên bi Ocalan re qala giringiya Cizîrê tim dikir. Ocalan ragihand ku Cizîr ji bo Kurdan xwedî cihekî girîng e. Ocalan herî dawî bang li hemû gelê Kurd kir ku li hember van êrîş û dorpêçê rabin berxwedanê û cihê xwe di nav çalakiyan de bigirin.