Soza têkoşînê ya dabû Apê Nemir niha li Botanê bi cih tîne
Mahmût Alkayiş ê ku soza têkoşînê dabû yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê Apê Nemir, niha li Nisêbînê nobeda berxwedanê digire.
Mahmût Alkayiş ê ku soza têkoşînê dabû yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê Apê Nemir, niha li Nisêbînê nobeda berxwedanê digire.
Mahmût Alkayiş ê 65 salî, ku bi rojan cihê xwe di nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de girt, niha jî ji bo şikandina dorpêçiya li ser Botanê, li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê nobedê digire. Alkayiş soza têkoşînê ya dabû yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê Apê Nemir bibîr xist û got, "Min soz da wî ku heta dawiyê li ber xwe bidim. Niha vê soza xwe bi cih tînim."
Rawestgeha destpêkê ya Meşa Botanê ya li ser banga DBP'ê ji bo şikandina dorpêçiya qirkirinê ya li ser Botanê hat destpêkirin, nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya li Nisêbînê ye. Weke dema berxwedana Kobanê, nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra jî bi tevlîbûna bi hezaran mirovên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine, tê girtin. Welatiyên ku gelekan ji wan di nobeda li Pirsûsê de cih girtine, niha ji bo Botanê li ber xwe didin. Mahmût Alkayiş ê 65 salî, tevî emrê xwe yê dirêj, bi gotina 'berxwedan jiyan e' cihê xwe di nava çalakiya nobedê de digire. Alkayiş ê bi rojan li Pirsûsê li ber xwe da, di dema berxwedanê de çend caran derbasî Kobanê bû û yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê Apê Nemir dît. Alkayiş soz da Apê Nemir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide û anî ziman ku li ku derê êrîş hebe ew ê li wir li ber xwe bide. Alkayiş da zanîn, ku li ser banga ji bo Meşa Botanê ew ketiye nava tevgerê û got, "Ji bo Kurdistanê ez ê her tiştî bikim. Canê me ji Kurdistanê çêtir nîne."
HER KESÊN XWEDÎ RÛMET DIVÊ XWEDÎ LI BOTANÊ DERKEVIN
Alkayiş diyar kir, ku divê gelê Kurd ji bo Botanê rabe ser piyan û got, "Bang li her kesî dikim ku cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin. Girîng e gelê Kurd li hemberî van êrîş û komkujiyan bêdeng nemîne. Di rewşeke ku Botan rastî êrîşan tê de, divê ti kes bi dilrehetî li mala xwe rûnenê." Alkayiş da xuyakirin, ku Botan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî xwedî wateyeke taybet e û destnîşan kir, ku ji ber dilsoziya xwe ya bi Ocalan re ew ê xwedî li Botanê derkevin.