Xwendekarên Kerkûkê: Bêdeng nemînin, piştgiriyê bidin berxwedanê
Xwedekarên Zanîngeha Kerkûkê, dewleta Tirk protesto kirin, diyar kirin ku, wê li hember qetlîaman bêdeng nemînin, ew ê li gel berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê cih bigirin.
Xwedekarên Zanîngeha Kerkûkê, dewleta Tirk protesto kirin, diyar kirin ku, wê li hember qetlîaman bêdeng nemînin, ew ê li gel berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê cih bigirin.
Xwedekarên Zanîngeha Kerkûkê, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gelê Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Çalakiyê di saet 10:00’an de li hewşa zanîngehê destpêkir, gelek xwendekarên Kurd, Ereb, Asûr û Tirkmen û mamostayên zanîngehê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Xwendekaran polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin, wiha gotin: “Bêdengbûna li hember qetlîaman, tê wateya hevkariya bi dijminê Kurdan re.”
Di çalakiya ku belavok hat xwendin de, dewleta Tirk di pirsgirêka Kurd de ne samîmiye û li hember gelê Kurd êrîşên qirkirinê yên bi awayek topyekûn daye destpêkirin. Di belavokê de jî berxwedana YPS û YPS-Jin a li hember êrîşan jî silav kirin.”
‘BÊDENGBÛN TÊ WATEYA JI NIRXÊN NETEWEYÎ DÛRKETINÊ’
Li ser navê xwendekaran Rêbaz Hesen belavok xwend û diyar kir ku hikûmeta Başûr partiyên siyasî li hember qetlîaman bêdeng in, û wiha anî ziman: “ Îro li Bakurê Kurdistanê dewleta faşîst a Tirk li hember gelê sivîl qetlîaman pêk tîne. Mixabin hemû hêzên navneteweyî li hember vê wehşetê bêdeng in. Li hember qetlîama dewleta Tirk bê bertek in. Ji Başûrê Kurdistanê li gorî pêwîstî heye deng nayê derxistin. Li hember qetlîaman bêdengbûyin tê wateya hevkarbûna qetlîamkaran. Divê demildest hem hikûmet hem jî partiyên siyasî li dijî qetlîaman bertekên xwe yên diyar nîşan bidin. Gelê me tê qetilkirin, tên girtin, ji mal û herêmên xwe tên sirgûnkirin, bêdengbûna li hember van tê wateya ji nirxên neteweyî dûrketinê.”
‘GELÊ KU XWEDÎ XWEPARASTIN BE, WINDA NAKE’
Hesen bal kişand ser berxwedana di pêşengtiya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û berxwedana gel a li paş bendan û wiha got: “Li hember êrîşên dijwar ên dewleta Tirk di pêşengitya YPS de berxwedana gel destanên qehremanî dinivîsin. Ev dide xuyakirin ku gelê Kurd çiqasî birêxistin kiriye. Li hember êrîşan stûyê xwe natewînin, weke Iraq û cihê direvin xaka xwe li paş xwe bihêlin. Girîngiya xweparastinê ji vir derdikeve. Gelekî ku xwedî xweparastin be, winda nake.”
‘EM BÊDENG NABIN’
Xwendekarên zanîngehê û mamostayan di çalakiyê de ji ANF re axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan îrade û vîna gelê Kurd bişkîne.
Mamosta Gulistan Îbarahîm diyar kir her ku diçe dewleta Tirk ber bi antî demokratbûnê ve diçe, em li gel akademîsyenên ku belavoka aştiyê belav kirin cih digirin. Îbrahîm wiha anî ziman: “Tirkiye her ku diçe ber bi antî demokratîkbûnê ve diçe. Dewleta Tirk li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin, berevajî vê yê ku tiştek cuda bifikre bi zimanê dewletê ‘Xiyanetkarê Welat e’ tê îlankirin. Bi sedan akademîsyen bi belavkirina belavoka ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’ bi ferman Erdogan rastî hemû êrîş û zextan tên. Ev nayê pejirandin. Êrîşên li hember gelê Kurd tê meşandin, em bêdeng nabin.
‘BERXWEDAN DEWLETA TIRK DITIRSÎNE’
Xwendekar Şîlan Mahmût jî bal kişand ser berxwedana YPS-JIN a li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk bi awayek zanebûn jinan dikin hedef. Jin jî li hember van êrîşan bi berxwedana YPS-Jin dikevin xweparastinê. Berxwedana jinan a bi xwerêveberiyê tê meşandin dewleta Tirk ditirsîne. Ji ber vê di hedefa wan a yekem de jin hene. Li dijî van êrîşan em li gel gelê xwe ne. Li hember van polîtîkayên qirkirinê bêdeng nabin.”
BANGA JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Xwendekar Belen Cûma jî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê li hember van qelîaman bêdeng e û wiha anî ziman: “Îro gelê me li Bakurê Kurdistanê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne di aliyê pişgirîdayîn û ne jî şermezarkirinê de ti agahî nedaye. Di vê mijarê de divê lezgîn bang li dewleta Tirk bê kirin ku dawî li qetlîamên xwe bîne. Divê civak li hemberî nêzîkatiya hikûmetê bêdeng nemînin. Dengê xwe bilind bikin, divê dakevin qadan û girêdana xwe ya bi gelê Bakurê Kurdistanê re bidin nîşandan. Divê em ji bîr nekin, Kurdên li Bakurê Kurdistanê bên lewazkirin an jî bê çewisandin, çar parçeyên Kurdistanê bandor dike û dikevin bin zextan.”