Koordînasyona Kantonên Rojava serketina Kobanê pîroz kir
Di daxuyaniyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ên beriya niha bi demekê hatin damezrandin, weke encama vê serketinê hat nirxandin.
Di daxuyaniyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ên beriya niha bi demekê hatin damezrandin, weke encama vê serketinê hat nirxandin.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, 1. salvegera serkatina Kobanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ên beriya niha bi demekê hatin damezrandin, weke encama vê serketinê hat nirxandin.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da raya giştî û ev roj li tevahiya gelê azadîxwaz pîroz kir.
Koordînasyonê bal kişand ser hêzên opozîsyona Sûriyeyê ku tenê ji bo hin berjewendiyên xwe yên taybet bi awayekî demkî nêzî Kobanê dibûn û got: "Trajediya li Sûriyeyê hê jî dewam dike. Encama ji berxwedana Kobanê hatiye wergirtin ji hêzên opozîsyonê mezintir e."
Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hatin gotin: "Îro li Rojava tevahiya mirovahiyê bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê û serketina wê li hemberî terorê tê pîrozkirin. Bi wê berxwedaniya ku 5 mehan dirêj kir şervanan derseke dîrokî nîşanî cîhanê dan. Bi israra dîrokî û ruhê mirovahiyê ber bi serketinê ve çûn û tevahiya Kobanê ji çetayan paqij kirin."
Di daxuyaniyê de hemû şehîdên Kobanê hatin bibîranîn û hat gotin ku serketina Kobanê rastiya gelê berxwedêr derxist holê û ji cîhanê re îspat kir ku ew dikare bibe xwediyê projeyeke demokatîk û aştiyane li Rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de her wiha hate ziman ku hêzên dijberî mirovahiyê di serî çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wan ji vê yekê ne rehet bûn, ji ber vê yekê ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê dest bi dorpêçî û êrîşan kirin.
Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hatin gotin: "Di 15’ê Îlona 2014’an de bi hezaran çete ji her çar aliyên dunyayê hatin, çek û alavên giran anîn û êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî vê şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê li ber xwe dan. Çete li bin ketin."
Koordînasyonê qala hêzên ku beşdarî berxwedana Kobanê bûne kir û got: "Em îro behsa serketina Kobanê dikin. Divê em hemû hzên ku hem di aliyê çepemeniyê û hem jî di aliyê siyasî de beşdar bûne bibîr bînin. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê çavteng nebû û bi sedan ji zarokên xwe li Kobanê şehîd da. Li gelek dewetên cîhanê piştgiriya gelerî hat kirin û bandoreke mezin kir ku bala her kesî kişand ser berxwedaniya Kobanê. Her wiha hêzên asîmanî yên Koalîsyona Navneteweyî piştgirî dan."
Koordînasyonê da xuyakirin ku berxwedana dîrokî ya Kobanê gelek derfetên baş ji bidawîkirina trajediya li Sûriyeyê bi xwe re anî û got ku vê yekê hişt li hemberî çeteyan her kes bikeve nava berxwedanê. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku opozîsyona Sûriyeyê tenê berjewendiyên xwe li Kobanê didît û hat got: "Trajediya gelê Sûriyeyê bi giraniya xwe dewam dike. Encamên vê berxwedaniyê jî hêzên opozîsyonê derbas dike û ji wan mezintir e."
Di dawiya daxuyaniya koordînasyonê de careke din rizgarkirina Kobanê û serketina dîrokî li tevahiya gelên Rojava û cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin ev berxwedan bi hêza xwe ya leşkerî û siyasî hiştiye ku Rojava prejeya xwe ya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan dewam bike, avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî yek ji berhemên berxwedanê û destpêka projeya demokatîk a li Sûriyeyê ye.