KJK: Em li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar xurt bikin

KJK’ê 1. salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir, wiha got: “Em bang li tevahî hêzên antî-faşîst dikin ku li dijî faşîzma hewl didin bi sazî bikin, em eniya berxwedana hevpar xurt û mezin bikin.”

KJK’ê 1. salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir, wiha got: “Em bang li tevahî hêzên antî-faşîst dikin ku li dijî faşîzma hewl didin bi sazî bikin, em eniya berxwedana hevpar xurt û mezin bikin. Em bang li dostên Kobanê yên cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.” 

KJK’ê diyar kir ku di 1. salvegera rizgarkirina Kobanê de zêdetir derketiye holê ku bi êrîşên destên faşîzma DAIŞ’ê ve hedef şkandina berxwedana demokratîk û îradeya jiyana azad a gelên Rojhilata Navîn e. KJK’ê destnîşan kir ku eger berxwedana Kobanê bi ser neketa, wê bi destê faşîzma DAIŞ’ê ve ruhê berxwedana Rojhilata Navîn û ronahiyaya wê ber bi pêşerojek tarî biçiya. KJK’ê wiha got: “Serketina Kobanê, serketina tevahî gelên Rojhilata Navîn, jinan, zarokan û di heman demê de gelên cîhanê ye. Rizgarkirina Kobanê daye nîşandan ku berxwedana bajaran a li ser esasê xweparastin û rêxistinkirin ji bo çareseriya pirsgirêkên tevahî civakî-etnîk-olî û çandî, çareseriya xwe dispêre xweseriya bajaran rêya çareseriya herî demokratîk e. Modela çareseriyê ya xwe bi rê ve dibe, çareseriya pirsgirêkan xwe dispêre îradeya gel, modela çareseriyê ya tevahî Rojhilata Navîn e. Her cure sîstemên xwe dispêre hegemonyaya yekperest-faşîst-nijadî, bi şerên bi xwîn tê wateya tarûmarkirina hebûna civakî, koçberkirin û qetlîamê. Li ser vî esasî em serketina têkoşîna xweparastinê ya gelê Kurd ku ji tevahî cîhanê re hêvî û heyrantî daye avakirin, di serî li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniya KJK’ê de wiha hat gotin:

“Di rastiya Kurdistanê de dîroka berxwedana xwerêveberiyê û serhildanên Kurdan xwedî bingehekî dîrokî ne. Berxwedana ji salên 1990’an heta îro berxwedanê li bajarên Nisêbîn-Cizîr destpêkirin her ku diçe di rêya neteweya demokratîk û çareseriya demokratîk ve dikeve pêvajoyek nû, bi berxwedana xwerêveberiyê bingeh qezenç kiriye. Berxwedana gel a avakirina sîstema xweseriya demokratîk û rêxistina wê, li hember hemû êrîşên hov û faşîst bi mehan e li ser lingan li ber xwe didin. Êrîşên faşîst ên bi tankan û çekên giran welatiyên sivîl dikin hedef, berxwedana li bajaran a li hember êrîşên faşîst dawîanîn û bûyîna wê ya desthilat li welat benda herî qayîme. Li pişt van bendan berxwedana li hember faşizm, mêtingeriya Tirk a tineker û qirkirinê berxwedaneke dîrokî ya gelê Kurd û rûmeta mirovahiyê tê meşandin. Gelê me ti car rejîma faşîst û mêtingeriya dewleta Tirk qebûl nake û berxwedanê bi biryardarî û bi ruhê berxwedanê dimeşîne.
Bi ruhê fedaiyane ya Arînan-Revanan û Gelhatan a li Kobanê di roja me ya îro de bi ruhê şehîdên YPS û YPS- Jin Dorşînan, şehîd Sêvê, Fatma û Pakîzeyan temsîl dikin. Bi derketina hêza jiyan û xweparastinê ya gelê Kobanê, bû xala destpêkê û xala derketinê. Berxwedana xwerêveberiyê li hember faşîzma yek kesî û polîtîkayên qirkirin û qetlîaman bûye berxwedana demokrasiyê ya mezin. Li ser vi bingehî di pêvajoya pîrozbahiyên salvegera yekemîna a rizgarkirina Kobanê de, em bang li tevahî hêzên antî-faşîst, ronakbîrên demokratîk, şoreşgerên çep û jinan dikin ku li dijî faşîzma hewl didin bi sazî bikin, em eniya berxwedana hevpar xurt û mezin bikin. Em bang li dostên Kobanê yên cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.”