Nobeda ji bo Sûrê hatiye destpêkirin dewam dike

Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya DBP û HDP'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê berî 5 rojan hat destpêkirin, didome.

Berxwedana Sûrê ya li dijî tank, top û bi hezaran leşker û polîsên Tirk tê meşandin, di roja 56. de ye. Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya DBP û HDP'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê berî 5 rojan hat destpêkirin, tevî hewa sar ku bi şev dadikeve -10 pileyî, didome. 

Polîsên Tirk bi şev 2 caran avêtin ser çalakiya nobedê û bi îdîaya "propaganda rêxistinê ye" dest danîn ser pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana xweserî".

Çalakger li dora agir nobeda xwe didomînin.