BI DÎMEN

Li Marsîlyayê zarok meşiyan

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan bi beşdariya bi sedan zarokî re, ji bo balê bikişîne ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike çalakiya boykotkirina dibistanê organîze kir.

Di çarçoveya çalakiyê de zarokên ku heta nîvro çûn dibistanê, daxwaznameyek pêşkêşî rêveberiyên dibistanan kirin û ji bo destekê bidin zarokên bi gefa şer û mirinê re rû bi rû ne, tevlî dersên piştî nîvro nebûn. Zarokên li meydana Vîeûx Portê li hev civiyan, dest bi meşê kirin. Zarokan bi meşê xwe gihandin ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê û bi heyetekê re dosya pêşkêşî nûnertiyê kirin.

Di dosyayê de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û ji rayedaran hat xwestin, ku li pêşberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin.

Di dema pêşkêşkirina dosyayê de zarokan tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Ji zarokan re azadî", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Di çalakiyê de zarokan tevî Ozan Rênas sirûda "Çerxa Şoreşê" û strana "Zimanê Kurdî" gotin.

Meş bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...