IHD ji bo ji mirinan re bibêje bes e dest bi nobeda 5 rojan dike

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan (IHD) li dijî dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê û mirinên her diçe zêde dibe, li Qada Galatasaray dest bi nobeda jiyana bêdeng a 5 rojan kir.

Parêzvanên mafên mirovan domahiya 5 rojan wê saet 18.00’an bên cem hev peyama, “Mirin bila rawestin, jiyan bi ser keve” dan û banga piştgiriya vê nobedê li her kesî kirin.

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan (IHD) bi şîara “Mirin bila rawestin, jiyan bi ser keve” ve li Qada Galatasaray dest bi nobeda jiyana bêdeng a 5 rojan kirin. Di roja yekemîn a nobedê de pankart û dowîz hatin vekirin, li ser navê parêzvanên mafên mirovan daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Meclîsa IHD’ê Mîne Nazarî hat xwendin.
Nazarî pêkanînên li Kurdistanê ên bê hiqûq û bê yetkî bi bîr xist, bal kişand ku di vê pêvajoyê de bêyî cudahiya zarok, jin, kal bê kirin li ser 200 sivîlî hatine qetilkirin. Nazarî destnîşan kir ku hedefgirtina jiyangehên sivîl û sivîlan sûcekî şer ê vekiriye.

Nazarî ragihand ku daxwazên gelê Kurd û tevgera wê yên “xweserî”, “xwerêveberî”, “rêveberiya xwecihî” daxwazên demokratîk in. Nazarî bal kişand ku ev daxwazana bi îmkanên muzakereyan dikarîbûn çareser bibana, lê ji ber sedemên polîtîk di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji nû ve pêvajoya pevçûnî destpê kirine.

Nazarî wiha axivî: “Em wek parêzvanên mafên mirovan bêyî li nasnameya kesên dimirin binêrin, em bi rastiya mafê me yê jiyanî yê ku mafê mirovî yê bingehîn e tê binpêkirin û bi vê hişmendiyê ve, ji bo em bibêjin ‘Mirin bila rawestin, jiyan bi ser keve’, em dest bi nobeda bêdeng a 5 rojan dikin.”

...