Rewşa 25 birîndaran nebaş dibe, Walî ji bo wan înfaz bike çi ji dest tê dike

Li jêrzemîna maleke li taxa Cûdî ya Cizîrê, ev 4 roj in 25 birîndar û 4 kesên ji ber sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin jiyana xwe ji dest dan, hînê li benda ambûlansê ne. Hewldanên ji bo rakirina birîndaran, ji aliyê Waliyê Şirnexê ve tên astengkirin.

Li jêrzemîna maleke li taxa Cûdî ya Cizîrê, ev 4 roj in 25 birîndar û 4 kesên ji ber jêçûna xwînê ji birînên wan jiyana xwe ji dest dan, hînê li benda ambûlansê ne. Hemû hewldanên ji bo rakirina birîndaran, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve tên astengkirin.

Rewşa birîndarên ku ev 4 roj in xwîn ji birîna wan diçe, kêlî bi kêlî rewşa wan a tenduristiyê nebaş dibe. Li vî cihê ku av û malzemeyên pêçandina birînê nîne, birîn her giran dibin. Ji bo rakirina birîndaran gelek pêşniyar li Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû hatin kirin, lê hemû hatin astengkirin. Piştî hevdîtina HDP'yiyan a li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re kirin, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo rakirina birîndaran bi Waliyê Şirnexê Sû re axivî. Sariyildiz pêşniyar lê kir, ku dawî li gulereşandinê bê anîn, birîndar bi ambûlansa şaredariyê ji avahiyê bên derxistin û piştre li ser rêya Îpekê radestî ambûlansên servîsa lezgîn 112 bên kirin. Lê belê ev pêşniyar ji aliyê Walî ve hat redkirin.

SARIYILDIZ: EM KETINE REWŞEKE WELÊ KU ÊDÎ LI ÎNSANETIYA XWE DIPIRSIN

Walî Sû xwest, birîndarên rewşa wan giran e bi xwe di nava gulereşandinê de bimeşin û bi hewldanên xwe bigihêjin ambûlansê. Sariyildiz der barê rewşê de axivî û got, "Ji xwe ji ber êrîşên hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Walî de ne, avahiya birîndar lê asê mane, hilweşiya ye. Destûr nayê dayîn ku ambûlansa şaredariyê biçe. Dibêjin; mirovên ku rewşa wan gelekî giran e bila derkevin û bi xwe bên kolanê. Ji xwe, eger hêzên bi fermana Walî tevdigerin guleyan nebarînin, ev mirov namirini birîndar nabin." Sariyildiz nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Eger heta êvarê ew birîndar ji wir neyê girtin, ez ê biçim. Bila guleyan berdin min û min jî bikujin. Em ketine rewşeke welê ku êdî li însanetiya xwe dipirsin."

ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ AVAHIYÊ DIDOME

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî, ku li cem birîndaran e anî ziman, êrîşên li hemberî avahiyê bi dijwarî didomin. Tûnç ragihand ku di êrîşên duh de qatên 2 û 3. ên avahiyê hilweşiyane û diyar kir ku ew êdî bi zorê nefesê digirin. Tûnç da zanîn, ku ji ber av tineye, ew hewl didin ji cihên weke kazan ên li avahiyê avê peyda dikin, lê ev av jî nava birîndaran dibe û rê li ber nexweşiyan vedike. Tûnç da xuyakirin ku ji ber malzemeyên pêçandina birînê nînin, duh wan bi pemboyê ji balîfan derxistibûn hewl dabûn birînan bipêçin û diyar kir ku piştî nîvro êdî nema dibû ew van birînan jî bipoêçin. Tûnç ragihand ku yek ji birîndaran zarokek e û ji ber birîna ji sînga xwe, rewşa wî nebaş e. Tûnç diyar kir ku ji birîndaran endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzer, ji ber ku nikarîbûn tiştekî bikin, lingên wî bûne kangren û destnîşan kir ku cihê ew lê dimînin bûye ku mirov nikaribin lê bijîn, di her kêliyê de dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin.