AKP'ê û dewleta Tirk destê alîkariyê dirêjî çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê tengav bûne kirin
AKP, têkiliya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re, di ser deriyên veşartî yên li navçeya Dîlok Karkamişê ya li pêşberî Cerablûsê ye, didomîne. Çete di bin kontrol û ewlekariya leşkeran de bi hêsanî derbasî Karkamişê tên kirin.
FERAT BOTAN
DÎLOK
sêşem, 26 rêbendanê 2016, 08:40
Têkiliya AKP û dewleta Tirk a bi dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê re, li gorî bûyer û qewimînên li Sûriyeyê, bi rê û rêbazên cuda didome. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê Kobanê ber bi rojava ve dest bi pêngavê kir û bi rizgarkirina Bendava Teşrînê re bi pêş de diçin, AKP û dewleta Tirk niha di ser Karkamişê re çeteyan derbasî Tirkiyeyê dike. Çeteyên DAIŞ'ê, ku bi pêngava HSD'ê re têkiliya wan bi baregeha xwe ya navendî ya li Reqqayê re bi temamî qut bû, bi hevkariya xwe ya bi AKP û dewleta Tirk re, di ser Karkamişê re alîkariya lojîstîk peyda dikin û bi hêsanî derbasî nava Tirkiyeyê dibin û vedigerin.
LI DERIYÊ VEŞARTÎ YÊ DI NABERA ÇEMÊ FIRATÊ Û DERIYÊ FERMÎ DE HATIYE VEKIRIN, DANÛSTANDIN DIDOME
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê tengav bûne û asê mane, di çarçoveya têkiliyên xwe yên bi AKP û dewleta Tirk re, ji deriyekî veşartî Yê di navbera Deriyê Sînor ê Karkamişê û Çemê Firatê de hatiye vekirin, hem desteka lojîstîkî werdigirin, hem jî endamên xwe derbas dikin. Hat ragihandin, ji vî deriyê veşartî, wesayît jî bi şev lampeyên xwe vedimirînin û derbas dibin. Li gorî agahiyên ji kesên di çêkirina qalibên beton ê li ser sînor tê bicihkirin de dixebitin hatin bidestxistin; ji wan re hatiye ragihandin ku bi tenê li cihê deriyê sînor ê veşartî hatiye vekirin, wê dîwar neyê lêkirin. Her wiha hat gotin, ku li gundên Kivircik û Karanfîl ên di nava sînorê Cerablûsê de ne, lê bi navçeya Karkamişê ve girêdayî ne, danûstandina bi çeteyên DAIŞ'ê re dewam dike, çete bi hêsanî ji vê derê derbasî nava Tirkiyeyê dibin û vedigerin.
AKP LI KARKAMIŞÊ ZEMÎNÊ AMADE DIKE JI BO BIKEVE NAVA CERABLÛSÊ
Desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk, ku hemû 'polîtîkayên' xwe yên di ser çeteyên li Sûriyeyê de dimeşand îflas kiriye, ji bo bikeve nava Cerablûsa ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagikirin, li derdora bajêr ji xwe re şerekî sûnî derdixîne. Di navbera Tûgaya Sûltan Mûrat a Artêşa Fetîh, ku El Nûsra, Arar û Şam û leşkerên Tirk tê ne û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî ne bera derdixîne û bi bahaneya 'ewlekariyê' amadekariyan dike bikeve nava Cerablûsê. Li navçeya Dîlok Karkamişê, ev amadekarî tê dîtin. AKP û dewleta Tirk li aliyekî di rêgeha navendî ya Karkamişê de dîwarên beton ên bi bilindahiya 3-4 metreyan lê dike, li aliyekî bi bahaneya 'ewlekariyê' mayînên navbera Karkamiş û Cerablûsê radike, li aliyê din jî çeteyan li Karkamişê û bajarên din ên Tirkiyeyê belav dike.
DI BIN KONTROLA LEŞKERAN DE ÇETE JI CERABLÛSÊ DERBASÎ KARKAMIŞÊ TÊN KIRIN
Piştî ku şêniyên Karkamişê dîtin 6 çeteyên DAIŞ'ê yên li cem wan hejmareke zêde ya Dolarê Amerîkî hebû di bin kontrola leşkerên Tirk de ji deriyê veşartî ji Cerablûsê derbasî Karkamişê derbas bûn, ev tifaqa 'veşartî' ya navbera AKP, dewleta Tirk û çeteyan deşîfre bû. Şêniyên Karkamişê di tariha şevê de li navbera taxên Çarşi û Etîlerî 2 çeteyên ji Çewlikê, 1 ji Sêweregê, 1 ji Edeneyê, 2 ji Derya Reş dîtin, ew bê bandor kirin, lê belê piştî ku ew birin navenda polîsan, ji aliyê polîsan ve hatine berdan. AKP û dewleta Tirk herêma sînor û derdora wê ya li Karkamişê weke 'herêma ewlekariyê' îlan kir û bi vî rengî rewşek awarte ya nav lê nehatiye kirin xist meriyetê. Bi vî rengî têkiliya xwe ya bi çeteyan re bi hêsanî dimeşîne. Dema biyaniyek tê navçeyê, yekser ji aliyê polîs û leşkeran ve tê girtin û wan derdixînin derveyî bajêr. Lê belê endamên çeteyên DAIŞ'ê bêyî werin binçavkirin jî serbest tên berdan.