YBŞ bi tevlîbûnên nû re her mezin dibe
32 şervanên nû yên ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, cihê xwe di nava refên YBŞ'ê de girtin.
32 şervanên nû yên ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, cihê xwe di nava refên YBŞ'ê de girtin.
32 şervanên nû yên perwerdeya xwe ya li Akademiya Derwêşê Evdî temam kirin, pêr bi merasîma mezûniyetê re cihê xwe di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de girtin. Di merasîmê de endamê Fermandariya Akademiyên Derwêşê Evdî Rêber Şengal û Çiya Şengal, encama Fermandariya Akademiyên Şehîd Xanê Axîn Zagros amade bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreş û têkoşîna azadiyê destpê kir. Endamê Akademiya Derweşê Evdî Rêber Şengal di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li gelemperiya Kurdistanê li hemberî gelê Kurd hewldanên komkujiyan tên kirin û gelê Kurd li hemberî van êrîşên komkujiyê xwe bi rêxistinkirinê diparêze.
Şengal got; "Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de li hemberî herêma Şengalê komkujî pêk hat. Çeteyên DAIŞ'ê ku ji AKP û Erdogan piştgiriya werdigirin ev komkujî pêk anîn dikin. Heman çete niha li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê me komkujiyan dikin. Em weke YBŞ vê berxwedana gelê xwe silav dikin. Çawa ku piştî komkujiya 3’ê Tebaxê gelê me xwe perwerde kir û bi rêxistinbûna xwe YBŞ ava kir, gelê me yê Bakurê Kurdistanê jî li hemberî êrîşên komkujiyê yên çeteyên qesrê û nîjadperestên Erdogan xwe rêxistin dike û di nava berxwedanê de ye. Hevalên li vir perwerde dîtin, li ser vê bingehê perwerde dîtin. Ji bo carek din komkujî çênebin, xwe bi rêxistin kirin. Ji vir pê ve divê em bi vê berpirsiyartiyê tev bigerin. Tevî vê yekê jî îro rewşa em di nav de ne, rewşa parastina azadî, hebûn û xaka xwe ye. Divê armanca we jî ku we dewreya perwerdeya xwe bi dawî kir, xwedîderketin û mezinkirina YBŞ’ê be. Bi vî şêweyî em ê bikaribin dijminê xwe çeteyên DAIŞ’ê ji ser van xakan derxin. Ji bo vê jî divê di vî alî de em têkoşîna xwe mezin bikin. Li ser vî bingehî ez ji tevahî hevalan re serketin dixwaz im."
Piştî axaftina endamê Fermandariya Akademiya Derwêşê Evdî hemû beşdarên merasîmê bi yek dengî dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Piştî axaftin û dirûşmeyan, şervanên ji dewreya Şehîd Baran a girêdayî Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, soz dan û derbasî cihên xwe yên nav refên YBŞ'ê bûn.