Di civîna MPKE de qetlîamên AKP’ê di rojevê de bûn

Seroka MPKE Anne Brasseûr li hember êrîşên dewleta Tirk bertek nîşan dan, diyar kir ku êrîşên li hember bajarên Kurdan nayê qebûlkirin.

Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) Anne Brasseûr di daxuyaniya îro da çapemeniyê de pirsa têkîldarî êrîşên AKP’ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê bersivand. 

Brasseûr wiha got: “Em wek MPKE, wek tespîta Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî, cezayên kolektîf em nikarin qebûl bikin.”

Brasseûr biryarên tedbîrê yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) jî bi bîr xist û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê di Tirkiyeya ku tê de desthilat e, wezîfedar e ku mafê jiyanê biparêze. Em jî li bende ne ku vê garantî bike.”

REÛTERS: JI BO ÇI HEWLDAN ÇÊNABIN?

Braseûr li ser pirsa nûçegîhanê Reûtersê ya ji bo çi li hemberî hikûmeta Tirk hewldanek çênabe jî wiha bersiv da: “Êdî wezîfeya min bi dawî dibe, hêvî dikim ku serokê nû vê pirsgirêkê bişopîne û ji bo bigihîne çareseriyek aştîxwaz hewl bide.”

SEROKÊ KOMA ÇEP A MPKE: AKP’E BER BI ŞERÊ SIVÎL DAJO!

Serokê Koma Çep a MPKE Tîny Kox jî wiha ragihand: “Dewleta Tirk li Kurdistanê di nav pêkanînên pir wahîm de ye. Dewleta Tirk ji ber pêkanînên li Kurdistanê, herêmê ber bi şerê sivîl dajo. Pêwîst e teqez pêşî li vê bê girtin.” 

KURKÇU BÊ KA JI BER JI LI HEMBER QETLÎAMAN BÊDENG DIMÎNIN VEGOT

Li ser vê ji endamên fermî yê MPKE yê Tirkiyeyê Ertûgrûl Kurkçu mafê axaftinê wergirt, got DYA ji bo bikaranînê Balafirgeha Leşkerî ya Încîrlîk, Elmanya û YE ji bo penaber û koçber li Tirkiyeyê bê girtin li hember qetlîaman bêdeng dimînin. Kurkçu bi bîr xist ku di vê mijarê de wezîfe dikevin ser milên Konseya Ewropa.

Endamên Elman û Danîmarkayî yên Koma Çep jî beyan kirin ku divê li hember qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nemînin û wê bi xwe jî di nav xebatek li ser mijarê cih bigirin.