Tacîza leşkeran li hember çalakiya nobedê

Çalakiya berxwedana nobedê ya meşvanên Botanê ya li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî dixwazin bikevin nava gel û gel tacîz dikin. Ketina taxan ya leşkeran ji aliyê gel ve hatin astengkirin.

Li ser banga DBP’ê ji bo şkandina dorpêç û terora dewleta Tirk a li ser Cizîrê meşa Botanê lidarxistin, bi beşdarbûna ji gelek bajaran li Taxa Girê Mîra dest bi çalakiya nobedê hat kirin. Leşkerên Tirk, di ketin û derketina Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê de nasnameya berxwedêrên nobedê kontrol dikirin vê carê jî bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin taxê û berxwedana çalakiyê tacîz bikin. Bi ketina leşkeran a taxê rastî bertekên tund ên gel hatin, li ser vê leşker bi neçarî ji taxê derketin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim, Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onu, Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok xwestin bi leşkerên ku bi wesayîtên zirxî dikevin taxê re baxivin û rastiya ketina taxê bizanibin. Leşkerên Tirk ciwanên li taxan nobedê digirin kir hincet û li ser bertekên gel bi wesayîtên zirxî ji taxan derketin.