FKÊ ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyan, di 30'ê Çileyê de ji bajarê Elmanya Bûrgdorfê heta bajarê Celle meşeke dirêj organîze dike. FKÊ banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan kir.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Federasyonê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û berxwedana Cizîra Botan, navçeya Amed Sûrê û tevahiya Kurdistanê silav kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk êrîşkariya xwe ya li ser gelê Kurd bi hovîtî û bi xwînxwarî, roj be roj zêdetir dike û hat gotin, "Li Bakurê Kurdistanê, di serî de li Sûr, Cizîr û hwd. li gelek bajar û navçeyan nêzî 2 meh in dorpêçî heye, komkujiyên hovane tên kirin, kesên jiyana xwe ji dest dane bi hefteyan li kolanan cenazeyê wan têne rawestandin, nahêlin birîndar bêne dermankirin, bi gotineke din li van navçeyan jiyan hatiye rewestandin.
Armanca siyaseta dewleta AKP'ê, şikandina vîna berxwedêr a gelê me ye. Dixwazin bajar û navçeyê Kurdistanê , cihên dîrokî wêran bikin û Kurdan ji bajaran bidin revandin. Ev siyaset û hilwesta dewleta AKP'ê gelek xetere û dijî mirovahiyê ye. Gelê me di bin zilm û wehşeteke mezin de ye, jiyan lê bûye zîndan."
FKÊ da xuyakirin, ku ji bo ṣermezarkirin û rawestandina êrîṣê hovane yên dewleta AKP´ê û xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê, ew roja 30.01.2016'an de meşeke dirêj (27) a ji bajarê Elmanya Bûrgdorfê heta Celleyê organîze kirin û ev bang kir:
"Banga me FKÊ, di serî de ji civaka Êzidiyan, ji her Kurd û Kurdistaniyan re ev e: Divê em li dijî vê siyaseta qirêj a AKP'ê rabin ser piyan. Ji bo parastin û firehkirina desketiyên gelê me, ji bo îradeya xweseriya demokratîk em mezintir û xurtir bikin çi pêwîst be divê em bikin! Bi taybetî banga me ji civaka Êzidiyan li Bakurê Elmanyayê re ev e; Divê em roja 30.01.2016 jiyanê rawestînin û tevlî meṣa dirêj bibin. Roj roja hebûn û tinebûnê ye."
Navnîşana Meşê
Dem : 30.01.2016
Cih : Spittaplatz, 31303 Burgdorf
Seat : 08: 00 ( Destpêk )
Mîtîng:
Dem : 30.01.2016
Cih : Großer Plan, 29221 Celle
Seat : 17: 00 ( Dawî )