Cenazeyê Zelal Dalgali hate definkirin
Cenazeyê endama YPS-JIN Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a li Nisêbînê di pevçûna piştî teqînê derket de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoya Amedê hate definkirin.
Cenazeyê endama YPS-JIN Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a li Nisêbînê di pevçûna piştî teqînê derket de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoya Amedê hate definkirin.
Cenazeyê endama YPS-JIN Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a li Nisêbîna Mêrdînê di pevçûna piştî teqînê derket de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoya Amedê hate definkirin. Cenazeyê Dalgali ji bo karên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Dalgali bi konvoya ku ji dehan wesayitan pêk dihat anîn Goristana Yenîkoyê. Di merasîma cenaze de rêveber û hevserokên MEYA-DER'ê, rêveberên DBP-HDP'ê, malbata Dalgali û bi sedan welatî cih girtin. Piştî wecîbeyên olî Cenazeyê Dalgali li ser milên jinan bi meşekê ber bi gorê ve hat birin.
'BI ALA PKK'Ê HATE DEFINKIRIN'
Di meşê de diruşmeyên 'Bijî berxwedana YPS'ê' , 'Bijî berxwedana Sûrê' , 'Bijî berxwedana Nisêbîn' , 'Jin, jiyan, azadî' hat berzkirin. Di meşê de wêneyên Dalgali ji aliyê birayên wê û jinan ve hat hilgirtin. Cenazeyê Dalgali ji aliyê jinan ve danîn gorê û ala kû jê hezdikir ya PKK'ê li ser laşê wê danîn.
Di spartina Dalgali ya axê de gelek demên hêstiyarî hatin jiyandin.
'JINÊN KURD KOLETIYÊ QEBUL NAKIN'
Piştî rêzgirtina bi siruda 'Çerxa Şoreşê' Hevseroka MEYA-DER ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û destnîşan kir ku Zelal Dalgali êrîşên li ser jinan qebûl nekiriye û li hemberî îmhakirinê dest bi berxwedanê kiriye. Dîcle got ku: "Hêvalên Dorşîn li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Silopî tekoşîn û ala ku Dorşîn hildaye bilind dikin. Dê jinên kurd koletiyê qebul nakin."
Piştî axaftinan jinan hine danîn ser gora Dalgali.
Sersaxiyên ji bo Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) dê li Mala Şînê ya Temiran bê qebulkirin.