Kesekî din jî li Sûrê hat qetilkirin

Hat ragihandin ku di êrîşên beriya 3 rojan a li ser Sûr a Amedê ciwanê bi navê Hakan Aslan ê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku êrîş û terora dewleta Tirk a li ser Sûr a Amedê ya di roja 55. de ciwanê bi navê Hakan Aslan ê di 22’ê Çileyê de ji pişta xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, Aslan ji ber sedema xwîna zêde ya ku ji laşê wî çûye jiyana xwe ji dest da.