Dilşah Osman: Divê her der bibe qada çalakiyê
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman got, "Roj roja serhildanê ye" û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku her derê bikin qada çalakiyê.
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman got, "Roj roja serhildanê ye" û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku her derê bikin qada çalakiyê.
Osman da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyan, êrîşên li dijî rûmeta gelê Kurd in û got, "Geşkirina agirê azadiyê yê li Bakurê Kurdistanê û parastina berxwedêran, ji bo me karê şeref û rûmetê ye. Me li Rojava bi awayekî giştî li ber xwe dan û em bi ser ketin. Niha dor a Bakur e."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) Dilşah Osman, bi armanca pûçkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi rêbaza DAIŞ'ê li Bakurê Kurdistanê dike û ji bo bi ser xistina şoreşa Bakurê Kurdistanê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku dakevin qadan.
'LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ QIRKIRINÊ DIKIN, EM BÊDENG NEMÎNIN'
Osman diyar kir, Erdogan û hikûmeta AKP'ê roj bi roj êrîşên xwe yên li hemberî navçeyên xwerêveberiyê dişidînin û destnîşan kir, ku êrîşên tên kirin li dijî vîn, rûmet û daxwaza jiyana azad a gelê Kurd in.
Osman da zanîn, ku yên îro li qadên xwerêveberiyê li ber xwe didin, li dijî sîstema koledariyê ya li ser gelê Kurd tê fezkirin şer dikin û got, "Mejiyê koledariyê yê ku neteweyan li ser Kurdan ferz dikirin li Rojava hat tinekirin. Dewleta Tirk a ku tehemûlî vê nekir, li pêş çavên cîhanê hewl dide bi komkujî û qirkirinê re agirê azadiyê yê li Bakurê Kurdistanê vemirîne. Em ji vê yekê re bêdeng nemînin."
'EGER EM BÊDENG BIMÎNIN, KOMKUJÎ WÊ MEZINTIR BIBE'
Osman bibîr xist, di nava berxwedana zêdeyî 2 mehan de gelek mirov ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û got, "Li dijî vê zilmê, gelek mirov hene berdêl dane û hînê jî didin. Di rewşeke bi vî rengî de li gelek deran hînê bêdengî heye. Ji ber ku em bi awayekî giştî bi têrkerî nikarin deng derxînin, dewleta Tirk asta êrîşên xwe zêde dike."
Osman bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî qewimînên li Bakurê Kurdistanê bi tundî rexne kir û da zanîn, ku Ewropa û saziyên din ên navneteweyî çiqasî bêdeng bimînin wê dewqleta Tirk şîdeta xwe bişidîne. Hevseroka KCD-E got, "Eger cîhan dixwaze li pêşberî qewimînan bêdeng bimîne, hingî divê em weke gelê Kurd li her derê bi hêza xwe dakevin qadan û vê bêdengiyê biqedînin. Roj roja serhildanê ye. Çawa ku gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Rojava rabû ser piyanm, divê gelê Rojava jî îro li her derê rabe ser piyan. Girîng e êdî gelê me yê li Rojava jî sînorên li dijî xwe derbas bike û destekê bide têkoşîna li Bakur."
'DIVÊ EM HER DEVERA EWROPAYÊ VEGUHERÎNIN QADA ÇALAKIYÊ'
Osman bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir û got, "Bêyî aciz bibin û biwestin, divê em her devera Ewropayê veguherînin qada çalakiyê. Ji bo hilweşandina efsaneya Erdogan ji xwe re kiriye xewn û armanc, ji bo redkirina jiyaneke koledarî, ji bo parastin û xurtkirina hevalên me yên li navçeyên xwerêveberiyê li ber xwe didin, girîng e em li Ewropayê dengê xwe bilindtir bikin."
'EM LI ROJAVA BI SER KET, DOR A BAKUR E'
Dilşah Osman got, "Geşkirina agirê azadiyê yê li Bakurê Kurdistanê û parastina berxwedêran, ji bo me karê şeref û rûmetê ye. Me li Rojava bi awayekî giştî li ber xwe dan û em bi ser ketin. Niha dor a Bakur e" û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çawa ku di dema berxwedana Kobanê de me cîhan rakirin ser piyan, girîng e em îro jî heman tiştî bikin. Dewleta Tirk îro li Bakurê Kurdistanê bi karê DAIŞ'ê radibe. Di navbera tiştên DAIŞ û dewleta Tirk li ser gelê Kurd ferz dikin de, ti cudahî nîne."