Zirig û Taşkin li Frankfûrt hatin bîranîn

Ji bo Zirig û Taşkin ên li Cizîrê hatin qetilkirin li Frankfûrtê hatin bîranîn.

Li bajarê Fankfûrt ê Elmanya, ji bo Ahmet Zirig û Cabbar Taşkin ên di nava vê mehê de li navçeya Cizîrê hatin qetilkirin konê sersaxiyê yê 2 rojan hat danîn. 

Ji bo Zirig û Taşkin ên di êrîşên qirkirinên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, konê sersaxiyê yê roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê gelek kes beşdar bûn. 

 ‘DI ŞERÊ GEL DE CIH GIRTIN’

Roja Yekşemê ya sersaxî bi dawî bû, bîranîn hat lidarxistin. Di bîranê de xizmê Zirig Mûrat Fanî wiha anî ziman: “Ahmed û Cabbar li Cizîrê di nava şerê gel de cih girtin. Dewleta Tirk a ku bi hemû hêza xwe êrîş dike; li gel dewletê hemû hêza xwe bikar anî ku Cizîrê vale bike, lê her duyan warê xwe neterikandin û neçûn. 4 zarokên Ahmed hebûn. Dema ku xwest ji der ve avê bîne, leşkerên dewleta Tirk ew kirin hedef û qetil kirin. Ji ber ambûlans nehat jiyana xwe ji dest da. Kekê Ahmed jî di sala 1992’an de di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da.”

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

Di axaftinên bîranînê de hat diyarkirin ku berxwedana têkoşînê bilind bikin, bang li welatiyên li Ewropa dijîn hat kirin ku xwedî li berxwedana Kurdistanê derkevin.

Piştî axaftinan, bi danîna xwarinê dawî li bîranînê hat.

...