Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Parîsê hatin binçavkirin

Di çalakiya greva birçîbûnê de 4 çalakvanên Kurd ên li pêşiya avahiya parlamentoya li paytexta Parîs a Fransayê ji aliyê polîsan ve hatin biçavkirin.

Di çalakiya greva birçîbûnê de 4 çalakvanên Kurd ên li pêşiya avahiya parlamentoya li paytexta Parîs a Fransayê ji aliyê polîsan ve hatin biçavkirin.

Kurdistaniyên bi navê Sedat Şahîn, Erdogan, Firat Bahan û Mazûm Tîltay ên îro piştî danê nîvro hatin binçavkirin, li hember êrîşên qirkirin û qetlîamê yên ji aliyê AKP’ê ve tên meşandin dest bi greva birçîbûnê kiribûn.