TJK-E, KCD-E: Divê em bilezînin; bi şev û roj çalakiyan pêk bînin!

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo qirkirina gelê Kurd tên kirin, banga mezinkirina berxwedanê kirin.

KCD-E û TJK-E daxuyaniyeke nivîskî weşandin û xwestin, bi dirûşma "Her der Sûr e, her der Cizîr e, her der berxwedan e" çalakî werin zêde û xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "

Hikûmet AKP'ê û dewleta T.C li Bakurê Kurdistanê teroreke faşîst li gelê me dike. Şerekî li dûrî pîvanên mirovahiyê û wehşî li ser gelê Kurd ferz dikin. Bi konsepta şerê topeykûn re qirkirina fîzîkî li gelê me tê kirin. Erdogan û dîktatoriya faşîst a AKP'ê, bi bikaranîna rêbazên Hîtler û Mûssolînî re dixwazin ji qirkirinê encamê werbigire.

Kî çi dibêje bila bêje, li hemberî vê plana qirkirinê û konsepta şerê topyekûn a li hemberî gelê Kurd, yekane rêya dijderketinê berxwedan e. Zilma dîktatoriya Erdogan çiqasî zêde be, berxwedana li hemberî wê jî wê ewqasî tûj û radîkal be. Faşîzm çiqasî hovane û êrîşkar be, wê hêzên gelê berxwedêr jî ewçend bi biryar û wêrek be. Ji bo serketinê divê bi zimanê jê fêm dike û bi biryardariyeke mezin li hemberî faşîzm û dîktatoriyê têkoşîn were meşandin, her cih veguhere cihê çalakî û berxwedanê. Yekane tişta dikare dîktatoriya faşîst qels bike, wê têk bibe, berxwedan e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku tevî zêdebûna desteka gel a ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û cihê din jî, saziyên navneteweyî yên mîna Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi xemsarî tevdigerin, biryarên ji bo faşîzmê asteng bikin, nagirin. 

'DIVÊ GELÊ ME BÊHTIR BI BANDORÎ TEVBIGERE'

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê li derveyî welat dijî hat kirin ku çalakiyên xwe zêde û mezintir bike û got, "Bi çalakiyên bi bandor re planên dîktatoriya faşîst dikarin ji hev bên xistin, pêşî li qirkirinê were girtin û berxwedana xwerêveberiyê veguhere qadeke têkoşînê ya cîhan hemû piştgiriyê dide. 

Êdî çi wê were kirin, divê niha bê kirin. Eger em niha çalakiyên xwe zêde nekin, dibe ku sibe dereng be. Faşîzma AKP û Erdogan dilezîne. Hemû derfetên xwe bi kar tîne û dixwaze demek ji ya din zûtir berxwedanê biqedîne. Li hemberî vê yekê divê em jî bilezînin û hêza xwe ya çalakiyê seferber bikin. Li gorî vê yekê, girîng e welatparêzên me ji îro û pê ve bênavber bi rengekî seferberiyê çalakiyan pêk bînin. Welatparêzî û demokratîkbûyîn bi tevlîbûna li nava berxwedana li dijî dîktatoriyê, bi xwedîderketina li vê berxwedanê re dibe. Ji ber vê yekê divê ti kes ji fedekariyekê nerevin. Bi şev û roj her kes çalakiyan lidar bixin. Divê her alî jiyana xwe li gorî çalakiyan bi plan bikin. Pêwîste hemû navendên me yên civaka demokratîk, meclîsên me, rêxistinbûyînên, jin ciwan û yên din plansaziyan bişopîinin û bi hemû hêza xwe tevlî çalakiyan bibin."

Di daxuyaniyê de ji bo meş û mîtîngên roja 30'ê Çileyê yên li Koln, Stûttgart, Frankfûrt û Berlînê banga tevlîbûnê hat kirin. û hat gotin, "Li her bajarê derveyî welat ê gelê me lê ye, divê tevî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û dostên Ewropî re berxwedan bê mezinkirin. Werin em bi dirûşma 'Her der Sûr e, her der Cizîr e, her der berxwedan e' dîktatoriya faşîst a mêtînger têk bibin."